Sindoqên hilbijartinên li herêma Dêrikê hatin danîn

  • 16:28 30 Mijdar 2017
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - Li Girkêlegê Komseriya Bilind ya Hibijartina diyar kir ku 262 sindoqên hilbijartina meclîsa li 100 navendên navçeyên Dêrikê hatin belavkirin.
 
Li navçeya Girkêlegê ya Herêma Dêrikê ji bo hilbijartinên meclisa yên sibê werin çêkirin Komseriya bilind a hilbijartina diyar kir ku 262 sindoq li 100 navendên hilbijartina hatin belavkirin.
 
Li gor hejmara navendan sindoq wiha hatine belavkirin. Tilkoçer û gundewarên wê , Xirbit Bîrgirêfatê 44 navend, Girkêlegê, Rimêlan 33 navend, Çelaxa û gundewarên wê kêşik, Abrê 23 navend in. Navçe, Belde, Herêm. Li van navendan wê sibê  dengdayin çê bibe.