'Sûrê ji gel re bihêlin'

  • 16:02 30 Mijdar 2017
  • Rojane
STENBOL - Platforma Piştevaniya bi Sûrê re, xwest ku hilweşîn û dorpêça li sûrê bê bidawîkirin û banga 'Sûrê ji gel re bihêlin' kir.
 
Platforma Piştevaniya bi Sûrê re, derbarê dorpêça li Sûrê ya ku ev du sal e berdewam dike de li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist.  Di civîna ku hat lidarxistin de Parêzvanên jiyanê, hevparên Platforma Piştevaniya bi Sûrê re û gelek kes amade bûn. Li salona ku civîn lê hat lidarxistin pankara "Sûra Amedê 2 sal e di bin dorpêçê de ye" û afîşa galaya fîlmê bi navê "Ax û welat" ku wê li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a li Şîşliyê di 3'yê kanûnê de bê lidarxistin hatin daliqandin. Her wiha di civînê de derbarê bûyerên ku li sûrê hatin jiyîn de sînevîzyon jî hat pêşandan. 
 
'Divê Sûr ji gel re bê hiştin'
 
Daxuyanî ji aliyê dildara Platforma Piştevaniya bi Sûrê re Prof.Dr. Ayşe Erzan ve hat xwendin û Ayşe wiha got: "Em ji hilweşandina Sûrê ya çandî, aborî û demofrafîk re dibêjin na."  Ayşe bal kişand ser hilweşîna ku ev du sal e berdewam dike  û diyar kir ku li sûrê operasyona bê milkhiştinê tê kirin. Destnîşan kir ku mafê gel ê destnedayîna mafê xaniyan û got ku ev mafê gel tê îhlalkirin .Ayşe daxwaz kir ku dorpêç û hilweşîna li taxên Sûrê tê bê rawestandin û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: "Divê ku mekanîzmayek îtîraza niştecihên sûrê a derbarê tazmînatê de bibin saziyeke serbixwe hebe.  Divê ku hem ji xwediyê xaniyan re û hem jî ji kesên li sûrê di kirê de bûn re ji bo li warê xwe vegerin alîkariya hiqûqî bê kirin."
 
'Jiyana hevpar ji holê hat rakirin'
 
Ji Platforma Şaxê ya Kongreya Gelên Demokratîk (HDK) Guzîn Alpaslan jî wiha got: " Tişta li Sûrê hat jiyîn em nikarin tenê bi ranta bajarvaniyê bi nav bikin.   Ev polîtîkaya dewletê ku jiyan  hevpar al i Sûrê parçe dike û ya guhertina demografiya herêmê ye."
 
Hunermend Evînen Rezan jî got ku binesaziya çandî tê guhertin û anî ziman ku qirkirina çandê tê kirin.
 
Civîn bi pirs û bersîvan bi dawî bû.