Efrinê sersala PKK'ê pîroz kir

  • 15:04 30 Mijdar 2017
  • Rojane
EFRÎN - Bi munesebeta salvegera 40. ya damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jinên tevlî şahiya herêma Efrînê bûn nêrînên xwe anîn ziman û gotin " Partiya PKK’ê vejîn û hebûna Gelê Kurd e."
 
Têkildarî mijara salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jinên ku tevlî şahiya herêma Efrînê bûne nêrînên xwe  vegotin.
 
‘Bi hêza fikrên Abdullah Ocalan jinan serî hildan’
 
Hevseroka Partîya Yekîtiya Demokratîk Eyşe Hiso di destpêka axftina xwe de 40. salvegera demezrandina PKK’ê li Rêberê gelan û tekoşerên azadiyê pîroz kir û got: " Bi fikra netewa demokratîk û felsefeya Rêber Apo Gelê Kurd serî hilda û gihaşt asta ku hemû pêkhateyan di nav xwe de hembêz dike." 
 
'PKK hebûna Gelê Kurd e'
 
Eyşe di dewamiya axaftina xwe de wiha got:” Dewletên dagirker digotin êdî PKK bi dawî bûye lê belê tê zanîn ku îro PKK bûye sembola azadiyê. Ji ber ku PKK  vejîn û hebûna Gelê Kurd e.".
 
'Serkeftina PKK’ê, serkeftina mirovahiyê ye'
 
Hevseroka Partîya Yekîtiya Demokratîk Eyşe Hiso di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tu kes nikare vîna azad bişkîne û wiha got: “Serkeftina PKK’ê serkeftina mirovahiyê ye. Îro bi milyonan kes li dû xeta azadiyê dimeşe. Loma kes nikare destê xwe biavêja vîna azad."
 
Ji aliyekî din ve jî Rêveberiya Kongra Starê Roşîn Îbo anî ziman ku 27'ê Mijdarê hebûn û şoreşa Gelê Kurd e.
 
Her wiha jina nemzet a bi navê Fîdan Fayêq diyar kir ku Jina Kurd bi berxwena xwe gihaşt asta herî bilind û wiha  got:” Berî ku PKK bê avakirin, jin ji tevahî mafên xwe mehrûm bûn, lê belê bi belavbûna fikrên Rêber Apo rêya jinan ronî bû. Ji ber ku jin bi vîneke xurt tevlî hemû xebatên şoreşa PKK'ê bûn."
 
Fîdanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: " Rêber Apo ji bo azadiya jinê şoreşek ava kir û loma em bang li tevahî Jinên Kurd dikin ku rabin ser piyan û ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin."