Jinên Kobanê derbarê hilbijartinan de nêrînên xwe anîn ziman
- 13:32 30 Mijdar 2017
- Rojane
Îlham Eloso
KOBANÊ - Jinên Kobanê bi hatina hilbijartinên rêveberiyên herêmî kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew çawa di hilbajartinên komînan de bi ser ketin dê di hilbijartinên Meclîsan de jî bi ser bikevin.
Piştî ku hilbjartinên hevserokên Komînan pêk hatin û encamên serkeftî derketin holê, îro jî gelên Herêma Firatê û bi taybet jî yên Kobanê amedekariyên xwe yên hilbjartinên rêveberiyên herêmî dikin. Di vê çarçoveyê de jî jinên Kobanê nêrînên xwe anîn ziman.
'Jinê bi keda Rêber Apo xwe ava kir'
Dayika bi navê Fatma Eloso bal kişand ser jinên ku bûne namzet û wiha got: " Îro jin li her derê bûne namzet, tevlîbûna siyasetê di asteke serkeftî de ye. Em di bin fikir û felsefeya Rêber Apo de gihîştin vê asta ku em weke jin dikarin cihê xwe di nav qadên siyaset û civakê de bigirin. Ji bo vê jî em dixwazin ku her jinek berê xwe bide ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne."
'Dê serkeftin ya Gelê Kurd be'
Her wiha Sedîqa Eloso di derbarê hilbjartinan de axivî û wiha got: "Jin berê nikaribûn bixebityan. Her wiha jin îro cihê xwe di pirojeya herî girîng de digire. Çawa ku em di qonaxe yekê de ser ketin, em ê di van hilbjartinan de jî bi ser bikevin."
'Divê jin xwedî li vê projeya hevjiyana azad derkeve'
Jina bi navê Rûken Xelîl jî derbarê hilbijartinê de nêrînên xwe wiha vegot: " Îro jin rola herî sereke û bi bandor di nav komîn û meclîsan de digire ser milên xwe. Loma jî divê ku jin xwedî li vê pirojeya hevjiyana azad derkeve."
Di dawiyê de jî Fatma Xidir bang kir ku hemû gel berê xwe bidin ser sindoqan ji bo ku pirojeya federaliyê bi ser bikeve."








