Gulîstan têkoşîna Asiyeyê vegot

  • 11:49 30 Mijdar 2017
  • Rojane
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Endama Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Uskudarê  Asiye Aykan ku di 27'ê Mijdarê de ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin pişîtî nimêja cenaze ya li Mizgefta Ihlamûrkuyuyê hat definkirin.
 
Endama Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP)  ya Navçeya Uskudarê  Asiye Aykan ku di 27'ê Mijdarê de ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin pişîtî nimêja cenaze ya li Mizgefta Ihlamûrkuyu ya Umraniyeyê  hat definkirin.  Hevrêyên Asiye ya ku berxwedana ked û nasnameyê dida ku xwestin tabûta wê hildin ser milên xwe jî bi şîdetê re rûbirû man.
 
Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Uskudarê Gulîstan Kan Têkolşîna Asye vegot. Gulîstan diyar kir ku Asye ji bo debara malabata xwe bike diçû paqijiya maln. Gulsîtan bertek nîşanî malabta hevjînê Asiyee Yilmaz Aykan ê ku got ez poşmanim da û wiah got: " Dema li jiyanê bû hûn lê xwedî derneketin û we nehişt ku kesek dest biavêje cenzeyê wê jî. Ji bo ku Yilmaz Aykan ê ku Asiye qetilkir bê cezakirin çi ji destê me bê em ê bikin."
 
Gulîstan got ku Asiye bi kedkarî  û fidekariya xwe dihat naskirin û wiha bahsa jiyana Asiyeyê kir: "Ji bo ku debara zarokên xwe bike li 3 cihan dixebitî. Asiye ya li 3 cihan dixebitî ji aliyê hevjînê xwe ve jî bi tundiyê re rûbirû dima.  Daxwaza wê ya herî mezin berdewamiya serkefitina zarokên wê bû"
 
'Asiye jinek berxwedêr bû'
 
Gulîstan diyar kir ku Asiye hem jinek kedkar û hem jî jinek berxwedêr bû. Gulîstan got ku Asiye di serdema hilbijartinê de tevli civînên gel bûye û baweriyeke wê ya mezin a bi berxwedana jinan hebû. Gulîstan wiha dirêkjî da axaftina xwe: "Asiye jineke kurd ya ji Çewlikê bi malbata xwe re koç kiribû. Me qet bawer nedikir ku wê bi vî awayî bê qetilkirin. Dema ku ji me  re bahsa xwe kir em zêde pê re alîkar nebûn .Ez pir xemgîn im."
 
'Em ê şopdarên vê nûçeyê bin'
 
Herwiha di hin rojnameyan de jî hat diyarkirin ku kuştina Asiye 'ji ber evîndarî û hesûdiyê ye'. Gulîstan bertek nîşanî nûçeyên bi vî rengî da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Zarokên Asiye bertek nîşanî nûçeyê dan û gotin çima derew li dayika wan hatiye kirin? Em ê tişta pêwist bikin .Em ê qet pêşiya dozê bernedin ji bo ku Yilmaz yê kujer bê cezakirin çi ji destê me bê em ê bikin û hesabê nûçeya derew jî bipirsin."