Gulîzar Kaytan li Essenê hat bibîranîn

  • 10:41 30 Mijdar 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gulîzar Kaytan di sêyemîn salvegera xwe de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi çalakiyakê hat bibîranîn.
 
Gulîzar Kaytan dayika yek ji damezrînerê PKK’ê Alî Haydar Kaytan, bi çalakiyek ku li Saziya Çandê ya Kurd a Demokratîk hat lidarxistin, hat bibîranîn. Di çalakiya ku gelek welatparêz beşdar bû de jiyana şoreşger a Gulîzar Kaytan derket pêş çavan û hat gotin ku dê li bîranîna wê xwedî bê derketandin.
 
Çalakiya bîranînê bi dayina xwarinê bi dawî bû.
 
Gulîzar Kaytan di 29’ê Mijdar a 2014’an de, di 85 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.