Jinan ji bo Belkisê daxwiyanî da û gotin em bê deng namînin
- 16:12 29 Mijdar 2017
- Rojane
RIHA - Li Rihayê jinan jibo Belkisa (20) ya ku di 25’ê Mijdarê de ji aliyê bavê xwe hat qetilkirin daxwiyanî da û diyar kirin ku ew li dijî cînayetên jinan bê deng namînin.
Meclîsa Jinê ya HDP’ê ya Rihayê ji bo Belkisaya 20 salî ku ji aliyê bavê xwe Hakki Varlik ve di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî û li kuçeya Korukent ya Rihayê hat qetilkirin, daxwiyanî da . Gelek jin beşdarî daxwiyanî ya ku li ber avahiya Bajarê Rihayê ya HDP’ê pêk hat, bûn. Hevseroka Bajarê Rihayê Ayşe Surucu di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li dijî komkujiya li ser jinê tê kirin ew bê deng namînin.
Piştre Hevserokê Navçeya Eyyubiyeyê yê HDP’ê Omer Bozdal axivî û diyar kir ku ew hemû ji komkujiya jinan a ku ji aliyê mêran ve pêk tê berpirs in û got ku pêwist e ji van komkujîna hemû kes bêjin “na”.
Daxwiyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.








