‘Hemû gel li benda wê biharê ne’

  • 09:08 29 Mijdar 2017
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Endama Meclîsa HDP’Ê ya Mîdyatê Dîba Gabrîelê diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandorê li ser hemû gelên Tirkiyeyê dike û got: “ Piştî her zivistanê bihar tê. Em hemû gel li bende wê biharê ne.”
 
Endama HDP’ê ya Mîdyata Mêrdînê Dîba Gabrîelê da zanîn ku ji bo tecrîd rabe divê gelên Tirkiyeyê bibin yek û got heta dawî li tecrîdê bê dayîn wê çalakiyên greva birçîbûnê ya dabûn destpêkirin bidomînin. Dîbayê got: “ Em vê ji bo Birêz Ocalan û girtiyên din dikin. Ji bo parlamenter û siyasetmedarên me bên berdan, jin bi awayekî baş xwe îfade bikin em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
 
Dîbayê bi lêv kir ku daxwaza herî mezin a Suryanî û gelên herêmê ev e ku ji nû ve maseya çareseriyê bê avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Daxwaza me ya herî mezin maseya çareseriyê ye. Ji bo aramiya welat divê demildest tecrîd bê rakirin.”
 
‘Em naxwazin di van şert û mercan de bijîn’
 
Dîbayê destnîşan kir ku pevçûnên li Kurdistanê her diçin dijwar dibin û ev tişt anî ziman: “ Em dixwazin di nav aramiyê de bijîn. Rêya vê jî di Îmraliyê de derbas dibe. Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên sererastkirin. Em ji bo jinan û gelê herêmê vê yekê daxwaz dikin.”