Ji bo jiyaneke hevpar 'Şevbuherk' tên lidarxistin

  • 09:03 29 Mijdar 2017
  • Rojane
Zeynep Turgut
 
WAN - Li gundê Xec Xatûnê bi salan e Şevbûherk tên lidarxistin û jin û mêr bi hev re hem klamên dilşewat dibêjin hem jî sohbetên herî germ dikin. 
 
Li Kurdîstanê her çiqas kevneşopî ber bi tunebûne ve biçin jî li gundan ev kevneşopî û çand li hemberî pişavtina çanda kurd bi salane li ber xwe dide û berdewam dike. Bi salane bi taybetî li gundên Kurdîstanê gel  Şevbuherkan li dar dixe. Bi civateke mezin jin û mêr bi hev re sohbet dikin û piştre dest bi sitarnan dikin. Li gundê girêdayî navçeya Ebexê  gundê Xec Xatûnê gundî her ji 10 rojan  carekê şevbihuhêrkê li dar dixin. Bi salane ev kevneşopî li gund hebûna xwe diparêze. Di her şevbûherkekê de ji aliyê kesên  temen mezin  ve zahmetiyên demên berê û kêfxweşî tê vegotin û piştî sohbetan jin û mêr hem klamên dilşewat hem jî klamên govendî dibêjin. 
 
‘Armanca şevbuhêrkan hevparî bû’
 
Dayika Nuran Yildiztan bal kişand ser Şevbuherkên kurdan û got ku çiqas dem pêş ve dikeve  kevneşopî jî dewlemendtir dibin û wiha axivi;”Ji demên berê  heya niha em hîna kevneşopiyên xwe diparêzîn. Şevbûherk jî kevneşopiyeke pir kevnar e. Di deme dapîr û bapîrên me de ji bo ku cîran bihatina gel hev Şevbuhêrk dihatin lidarxistin. Armanc hevparî bû. Bi rastî Şevbuherk dibûye sedemê hevpariya mirovan wekî din têkiliya mirovan xurt dikir. Niha jî em bêgûman ji 10 rojan carekê tên gel hev  û sohbetan dikîn. Piştre jî em distirên. Di dema dapîrên me de gava ku li gund di  navbera kesan de şer derdiket di şevbûherkan de ew li hev dianîn. Niha jî em tên gel hev û ji xwe re çay amade dikîn fêkî amade dikîn piştre sohbeta mezinan dest pê dike.  Herkes pêwîste di wê gavê de bibe guhdar.”
 
‘Bi rastî tu civat mîna civateke kurd gerim nîne’
 
Nuranê bal kişand ser neyîniya teknolojiyê û got ku di demên berê de ceyran tune bû jiyan xweştir bû û wiha berdewam kir;”Di demên berê de me li ber bi ronahiya fanosan jiyana xwe didomand. Me sobeyên xwe tijî êzing dikirin û heya sere sibehê tên dida. Niha derfet evqas başin jî lê kevneşopî dimirin û di bin siya nebûnê de dimînin. Di demên berê de dapîr û bapîrên me ji bo ku kevneşopî wenda nebin heya vê  demê ew anîne. Lê em niha di warê  xwedî derketina van kevneşopiyan de pir dereng û qels dimînîn. Bi pêşketina teknolojîyê re mirov wenda dibin. Bi rastî tu civat mîna civateke kurd gerim nîne. Em jin, mêr bi hevre klaman dibêjîn. Em bi guhdarîkirina hevdû tengasiyan jî çareser dikîn.Xweziya her şev şevbûherkek ba.”
 
‘Divê kevneşopî nebin dîrok’
 
Nuranê anî ziman ku divê herkes kevneşopî û çandê biparêze û wiha dawî da axiftina xwe;”Ev kevneşopî hemû dîrok in. Lê divê kevneşopî nebin dîrok her tim bên jiyîn û bên parastin. Dewlemendiya gelan bi saya  huner û kevneşopiyan e. Ji ber wê jî divê em destûr nedîn wenda bibe û çiqas ji destê me bê em di her gaveke jiyanê de bidomînîn.”