Tahîr Elçî li Meletî hat bîranîn
- 15:15 28 Mijdar 2017
- Rojane
MELETÎ - Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku li Amedê li ber Mînareya Çar Nig hat qetilkirin di pêşengiya ÎHD'a Meletyê de hat bîranîn.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, di 28'ê Kanûna 2017'an de li ber Mînareya Çar Nig ya li Sûra Amedê dema ku daxuyanî dida hatibû qetilkirin .Di ser Qetilkirina Tahîr Elçî re 2 sal derbas bûn. Li Meletyê jî gelek rêvberên saziyan ên ku di pêşengiya ÎHD'a Meletyê de hatin gel hev li ser Kolana Înoniyê daxuyanî dan çapemeniyê Tahîr Elçî bi bîr anîn. Di Daxuyaniya ku wêneyên Tahîr Elçî hatin hilgirtin de Hevseroka ÎHDP'ê ya Meletyê Gonul Ozturkoglu axivî.
Gonul diyar kir ku Tahîr Elçî ji bo kiryarên ne diyar û windahiyên di binê çavan de gelek têkoşîn da û ji bo kujer bên dîtin ji bo gelek dozan pêşengtî kir.
Gonil herî dawî wiha got: " Divê ku bê zanîn em kesên ku parêzvanên mafên mirovan e, em ê wekî Tahîr Elçî ji bo ku rastî derkevin holê têkoşînê berdewam bikin .Em kuştina Tahîr Elçî wekî meşek bê dawî dibînin .Em dibêjin me Tahîr Elçî ji bîr nekiriye û emê ji bîr nekin."
Daxuyanî bi dirûşmên "Şehîd namirin" û " Tahîr Elçî bê mirin e" bi dawî bû.








