Li Sûrê dîsa bi darêzorê mal hatin valakirin
- 12:47 28 Mijdar 2017
- Rojane
AMED - Hilweşandina ku li taxên Alîpaşa û Lalebeyê tê kirin berdewam dike. Li Sûrê ji ber zekt û zozordariya polîsan hin welatiyan malên xwe terikandin. Hat aşkerakirin ku malên welatiyan ji ber zextan vala kirin wê di nav çen rojan de bên hilweşandin.
Hilweşandina ku li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên navçeya Sûra Amedê dî bîn navê ‘Vegûherandîna Bajêr’ de jî 24’ê Gûlanê de hat destpêkirin li gel bertekên welatiyan berdewam dike. Li taxê ji ber zektên polîsan hin welatî mecbûr man ku li gel şert û mercên zivistanê malên xwe biterikînin. Malên ku ji aliyê welatiyan ve hatin terikandin hat aşkerakirin ku wê di nava çend rojan de bên valakirin."








