Daneşîna doza Meral Daniş Beştaş hat taloqkirin

  • 12:37 28 Mijdar 2017
  • Rojane
AMED - Daneşîna Doza parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş ku jê re ji 8 salan heta 23 salan ceza tê xwestin hat taloqkirin.
 
Daneşîna 3'emîn a doza parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş ku bi îdiaya 'Endama Rêxitinê', 'Sorkirina li sûc', 'pêkanîna civînên dijhiqûqî' û 'tevlibûna meşan ya bê çek' hatibû vekirin û 8 salan heta 23 salan jê re ceza tê xwestin hat dîtin.  Di daneşîna ku li 8'emîm Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat kirin de Meralê tevli nebû lê parêzerên wê amade bûn. bi xwedina belgeyên di dosayê de dest bi daneşînê hat kirin.
 
Pitî xednina belgeyan parêzerên Meralê ji bo ku mutalaayê amade bikin xwestin ku dosa dîsa ji Serdozgeriya Komarê re bê şandin. Heyeta dadgehê jî ji bo ku makamê îdayê derbarê mijarê de mutalaaya xwe amade bikin heta celseya bê biryara dayîna demê da.
 
Herwiha heyeta dadgehê daneşîna bê taloqî 13'ê sibata 2018'an kir.