Parêzerên Abdullah Ocalan cara 708’emîn serlêdan kirin
- 12:19 28 Mijdar 2017
- Rojane
STENBOL – Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 708’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlum Dinç, Cengîz Yureklî û Newroz Uysal bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Parêzer bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir de ev bû 708 car ku daxwaza hevdîtinê dikin.
Daxwaza hevdîtina parêzeran a li gel Abdullah Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve 707 car bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” hatin astengkirin.








