'Nokteya piştgiriya hiqûqî ya parêzvanên mafên jiyanê'

  • 11:10 28 Mijdar 2017
  • Rojane
Evrîm Kepenek
 
STENBOL-Li Stenbolê Navenda Mafên Ekolojiyê hat avakirin. Endama Kolektîfa Ekolojiyê parêzer Hulya Yildirim da zanîn ku ew ê ji wan re pêvajoyên hiqûqî vebêjin û got bila tenê ew serlêdanê bikin.
 
Navenda Mafên Ekolojîyê ya li Stenbolê hat avakirin hedef dike ku tinekirina qadên jiyanê yên tên tinekirin  pêşî lê bigire û plana lezgîn ya çalakiyan ava bikin.
 
Li gorî Navenda Mafên Ekolojiyê mafên welatiyan yên di asta neteweyî û navneteweyî de xistine bin ewlehiyê, bikarbînin, têkoşîna ekolojiyê û bajarên dikarin lê bên jiyîn gelek girînge.
 
Endama Kolektîfa Ekolojiyê parêzer Hulya Yildirimê diyar kir ku Komeleya Kolektîfa Ekolojiyê çûye gelek cihan û piştgirî dane, rapor amade kirin û wiha got: “Tevgerên herêmî hewce bi parêzeran dît û me dît ku em dikarin beşeke vê pêvajoyê çareser bikin me biryara avakirina navendê da.Ji bo welatî tevlî van pêvajoyan bibin ne xwedî agahiyên têr bûn. Ya girîng eve ku welatî tevlî van pêvajoyan bibin.”
 
Hulyayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê ji welatiyan re pêvajoya hiqûqî vebêjin û got tenê serlêdana wan têr dike.
Dikarin peyama bi deng bidin û serlêdanê bikin
 
Bi telefon û înternetê serlêdana ji bo Navendê pêkane. Ji ser rûpela www.ekolojikhaklar.org  ji bo her pirsê pêzerê dikarin bersivê bidin. 
Her wiha ji telefona 0 850 885 1356 jî dikarin xwe bigihînin navendê.