Di greva birçîbûnê de roja 28’emîn: Ji girtiyan agahî nayê girtin
- 09:26 28 Mijdar 2017
- Rojane
DÊRSÎM- Li girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê girtiyên ketibûn greva birçîbûnê di roja 28’emîn de ne. Der barê rewşa tenduristiya girtiyan de ti agahî nehat girtin û tê gotin ku girtiya bi navê Fethiye Ok ji 15’ê Mijdarê de di hucreyê de tê girtin.
Greva birçîbûnê ya li girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê ku girtiyan dabû destpêkirin ket roja 28’emîn. Li koxuşa C-4 grev berdewam dike û girtiyên di koxuşa D-6 de jî ji çar rojan carekê bi awayekî dorveger grevê didomînin. Ji ber girtiyan ferzkirina nasnameyan qebûl nekir dernakevin hevdîtinê û serlêdana malbatan a li dozgeriya girtîgehê jî encam neda.
Fethiye ji 15’ê Mijdarê heta niha di hucreyê de ye
Girtî ji ber pêkanînên wekê ferzkirina potên yek reng, serdegirtina koxuşan û ferzkirina nasnameyê ji 1’ê Mijdarê de di grevê de ne. Girtî nikarin bi parêzerên xwe re jî hevdîtinan bikin. Jinên rastî şîdeta psîkolojîk û fîzîkî hatibûn bi peyamên cur bi cur daxuyandibûn ku wê berxwedanê bidomînin. Ji girtiyan Fethiye Ok ji 15’ê mijdarê de di hucreyê de tê girtin. Hat hînbûn ku li koxuşa D-6 girtiya bi navê Dersîm Konak, Gamze Daş, Elîf Çelîk, Çîgdem Kiliç, Gîzem Yamaç çalakiya xwe ya grevê didomînin.
Baro wê di rojên pêşde bên cem hev
Xizmên girtiyan destnîşan kirin ku zarokên wan pêkanînên mirovane dixwazin û naxwazin wek dîlgirtiyan bin û gotin wê piştgiriyê di her rewşê de bidin zarokên xwe. Ji Komîsona Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Oyku Çakmak jî got wê di rojên pêş de Baro der barê pêvajoyê de bên cem hev.
Tê payîn ku endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’ê daxwaznameyê bide rêveberiya girtîgehê.








