‘Doza Zarrab temsiliyeta tengbûna Tirkiyeyê ye’
- 09:18 28 Mijdar 2017
- Rojane
DÊRSÎM-Beycan Taşkiran diyar kir ku nelêrêtiya bi doza Reza Zarrab re derketiye holê temsiliyeta tengbûna Tirkiyeyê ya di navbera dewletên hegomonîk de ye û got wê li dijî nelêrêtî û bazarên qirêj ji bo pêşerojek azad têbikoşin.
Reza Zarrab yê ji 19’ê Adara 2016’an heta niha di girtîgehê de ye, ji sûcên wekê ku qanûnên razemeniyê yên DYA’yê ji Îranê re kiriye, binpê kiriye, saziyên DYA’yê xapandiye û pere diziye tê sûcdarkirin. Reza ku têkiliya wî bi AKP û Erdogan re baş bû, tê îdia kirin ku der barê sûcdariyên li wî hatine kirin, qebûl kiriye ku wê sucê xwe itiraf bike. AKP û Tayyîp Erdogan jî der barê dosyaya Reza Zarrab de ketine tengasî û zorê. Endama MYK'a HDP'ê Beycan Taşkiran der barê mijarê de nirxandin kir û diyar kir ku Tirkiye ji NATO’yê venaqete û ev yek wö di hevdîtinên bi sefîrên Rusya û Şangayê de ji bo gelan, bindestan, xizan û kedkaran zilmê bîne.
‘Xitimîn der barê Zarrab de ye’
Beycanê di berdewamiya axaftina xwe de got Tirkiye xetimiye û sedema vê jî dosya Reza Zarrab e û got: “Tirkiye di navbera teqînên aborî, polîtîk û civakî de ye. Heta 2019’an ji bo rejîma yek kesî sazî bikin êrîşan li dijî gelan û hêzên kedkar pêk tînin.”
Beycanê di berdewamiyê de daxuyakirin ku li ku nîqaşa herêmî û neteweyi hebe li wir hêzên sermayedar û serdest hene û gelek tiştên veşarî jî hene. Beycanê bi lêv kir ku hewldana azadiyê ya gelan jî bi vî awayî tê veşartin.
Beycanê daxuyakirin ku kedkar bi pêlek xizaniyê ya mezin re rû bi rû ne û got: “Kesên berê xwedî li Reza Zarrab derdiketin piştî îdiyanên ku îtîrafkare, dest jê berdane û ev jî ji tirsa malbata Erdogan pêk tê. Beycanê herî dawî wiha got:" Wek hemû hêzên serdest DYA jî dixwaze ji vê fêdeyê bigire û têkiliyên hegomonîk ava bike. Tirkiye jî mixabin di alî aborî, siyasî û leşkerî de dewletek girêdayî ye. yek ji armancên sereke yê vê NATO ye.”








