ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2017'AN

  • 09:00 28 Mijdar 2017
  • Rojev
*Di 3'ê Tebaxa 2014'an de  çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kiribûn  û bi hezaran jin dîl hatibûn girtin. Di pêngava Bahoza Cizîrê de 5 jin û 2 zarokên din jî hatin rizgarkirin.
 
*Li gundê Qopikan ê ku di nava gel de wekî warê êzidiyan tê zanîn niha di hedefa xezînevanan de ye. Goristana li gund ku xwedî nirx û xwedî dîrokeke kevnare ye niha di hedefa xezînevanan de ye. Ji ber ku di kevneşopiyên êzidiyan de jin li gel zêr û zîvên bi wan ve dihatin definkirin, herî zêde li vê goristanê gorên  jînên êzidî tên texrîpkirin û hilweşandin. BI DÎMEN
 
*NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên bi fikirên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi perspektîfên wî xwedî bûn  têkoşîna azadiyê ji bo wan bû meşa dirêj. Nokteya herî girîng a meşê li girtîgeha Îmraliyê pêk hat. Abdullah Ocalan bi perspektîfên şand ji jinan re tecrîd parçe kir û wiha bang li jinan dikir: “ Azadî ji nan û avê girîngtr e. Ez bawer dikim ku hûn ê azadbûna jinê li Rojhilata Navîn di esasa jîrbûn, parastin û xweşikbûnê de bi hatina baharê re wek rojê biafirînin.
 
*Beycan Taşkiran diyar kir ku nelêrêtiya bi doza Reza Zarrab re derketiye holê temsiliyeta tengbûna Tirkiyeyê ya di navbera dewletên hegomonîk de ye û got wê li dijî nelêrêtî û bazarên qirêj ji bo pêşerojek azad têbikoşin. BI DÎMEN
 
*Li Stenbolê Navenda Mafên Ekolojiyê hat avakirin. Endama Kolektîfa Ekolojiyê parêzer Hulya Yildirim da zanîn ku ew ê ji wan re pêvajoyên hiqûqî vebêjin û got bila tenê ew serlêdanê bikin.
 
*Li girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê girtiyên ketibûn greva birçîbûnê di roja 28’emîn de ne. Der barê rewşa tenduristiya girtiyan de ti agahî nehat girtin û tê gotin ku girtiya bi navê Fethiye Ok ji 15’ê Mijdarê de di hucreyê de tê girtin.