Gelê Efrînê salvegera PKK'ê pîroz kir
- 19:53 27 Mijdar 2017
- Rojane
EFRÎN - Bi munasabeta 27'ê Mijdarê 40'emîn salvegera damizrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK'ê şahiyek li herêma Efrînê hat lidarxistin.
Bi tevlîbûna Rêveberiya Xweser û sedan şînîyên Efrînê.Bi dirûşma" salvegera çilemîn a PKK'ê li we pîroz be" TEV-DEM'ê bi munesebeta salvegera 40'emîn a damizrandina PKK şahiyek li parka Mahmûdiyê ya navçeya efrîna Kevin a herêma Efrînê li dar xist.
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hin axaftin li ser navê TEV -DEM ji aliyêDijwar Mardîn û Rêveberiya Malbeta Şehîdan Sureya Hebeş ve hatin kirin.
Di axaftinan de salvegera 40'emîn a damizrandina PKK'ê hat pîrozkirin û wiha hat gotin:"Ev bû 40 sal dijmin hewil dide ku bi rêya şerê taybet gelê kurd ji fikir û felsefeya Serok dûr bixe. Lê belê miletê kurd bi saya ramanên Serok Apo li himberî tevahî planên qirêj disekine."
Paşê Koma Engîzek a çand û hunerê stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.
Şahî bi girêdanê govendên kurdî bi dawî bû.








