Derbarê Ayşe Gokan de biryara tehliyekirinê hat dayîn
- 18:27 27 Mijdar 2017
- Rojane
AMED - Daneşîna 2'yem a doza Ayşe Gokkan ku di çarçoveya operasyonên li dijî HDP, TJA, DTK, DBP û HDK'ê hatin kirin de hatibû girtin li Adliyeya Amedê hat dîtin. Dianeşîna dozê de derbarê Ayşe Gokkan de bi şertê kontrola edlî biryara tehliyekirinê hat
2'emîn daneşîna doza derbarê aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan û Gul Kiziltaş de ku di 14'ê hezîranê de di çarçoveya operasyonên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) , Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Kongreya Civakên Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hatibûn girtin li Edliyeya Amedê aht dîtin. Di doza ku li 9'emîm Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de Ayşe Gokkan a ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtîbû tevli bû lê Gul a ku di daneşîna beriya vê de bi şertê kontrola edlî hat tehliyekirin tevli nebû. Daneşîna ku derbarê Ayşe de bi îdiaya "Endamtiya rêxitinê" û ji bo Gul jî "Endama Rêxistinê ye" hat dîtin de ku 22 sal cezayê girtîgehê tê xwestin bi tespîta nasnameyna hat destpêkirin.
Ayşe ya ku li gel tercuman îfade da sucdariyên derbarê wê de hatin kirin qebûl nekirin û tehliyeyea xwe xweest.
Heyeta dadgehê piştî parastinê derbarê Eyşede bi şertê kontrola edlî biryara tehliyekirinê da û derbarê gul de jî berdewamiya şetê kontrola edlî xest.
Daneşîna piştî ve taloqî 18ê Nîsana 2018'an hat kirin.








