Mihrîcana Mîtan bi şahiyekê bi dawî bû
- 14:40 27 Mijdar 2017
- Rojane
EFRÎN - 3. Mihrîcana Mîtan a ku bi dirûşma 'Em jiyanê diçînin' di 11'ê Mijdarê de hatibû destpêkirin, li Navenda TEV-Çand a Herêma Efrînê bi dawî bû.
Gelek rewşenbîr, mamosteyên herêma Efrînê, hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, endamên TEV-Çand, xwendekar û bi dehan şêniyên herêmê beşdarî şahiya bidawîkirina Mihrîcanê bûn.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê axaftin ji aliyê herdu Rêveberên Navenda Çand û Hunerê Şîraz Hemo û Hekîm Kalo ve hate kirin.
Di destpêka axaftinê de tekoşerên azadiyê yên ku ji bo ax û çanda xwe canê xwe feda kirine hatin bibîranîn û silavkirin. Di şahiyê de axaftvanan peyama parastina çand û axê dan.
Piştî axaftinan hin wêne û dîmenên amadekariya her şanoyekê wekî sinevizyonekê hate pêşkêşkirin. Paşê 8 komên ku beşdarî Mihrîcanê bûn bi spasnameyan hatin xelatkirin. Xelata taybet a mihrîcanê jî para Şanoya Memê Alan bû. Pêşendanên serkeftî ya yekemîn şanoya Lehî ya duyemîn Fîl, a sêyemîn Geliya Mirinê bûn.
Mîhrîcan bi îlankirina her sê şanoyên serkeftî bi dawî bû.








