‘Hetanê roja pêncşemê malên xwe vala bikin’
- 14:31 27 Mijdar 2017
- Rojane
AMED - Hilweşandina ku li taxên Alîpaşa û Lalebeyê tê kirin berdewam dike, polisan ji malbatên ku malên xwe bernedane re gotinên ‘hetanî roja pêncşemê dema we heye, hetanê wê rojê malên xwe vala bikin’.
Hilweşandina ku li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên navçeya Sûra Amedê dî bîn navê ‘Vegûherandîna Bajêr’ de jî 24’ê Gûlanê de hat destpêkirin berdewam dike. Malbatên ku bi berxwedaneke li taxên Alîpaşa û Lalebeyê dijîn re polîsan got ku hetanî roja pêncşemê malên xwe vala bikin. Polîsan malbatên ku dest ji malên xwe bernadin jî tehdit dikin. Polîsên ku malbat hişyar kirin wiha gotin: “Hetanê roja pêncşemê me mudet daye we. Hetanê wê rojê malên xwe vala bikin. Ger ku hûn vala nekin em ê we bi zorê derbixin.”
Malbatên ku dema ji hilweşandina Sûrê vir de malên xwe terk nekirine û neçûne gotin ku vê meha zivistanê wê biçin ku û çi bikin. Malbatan got ku tu cihên wan tune ye û gotin ku ew malên xwe vala nakin.








