'PKK vejîna jina azad e'

  • 13:15 27 Mijdar 2017
  • Rojane
KOBANÊ - Bi munasebeta 27'ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK'ê, jinên Kantona Kobanê hestên xwe wiha bi lêv kirin: "PKK  ji bo jinê ronahiya jiyanê ye, bi vê ronahiyê jinên Kurd di Rojavayê Kurdistanê de gelek guhertinên giranbiha çêkirin."
 
Jinên Kobanê derbarê 40'emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), hestên xwe wiha bi lêv kirin: " PKK ji bo jinan zayîneke nû ye loma em bi hatina vê rojê her şad dibin."
 
Hevseroka TEV-DEM'ê ya Kantona Kobanê  Eyşe Efendî diyar kir ku PKK'ê jin ji nû ve zindî kir û hestên xwe yên derbarê vê rojê de wiha anî ziman: " Derketina jinan a li ser çiyan û naskirina fikrê PKKê jin ji nû ve  zindî kir. Ev derketina wê ya serê çiyan û têkoşîna wê di cîhanê de deng veda. Yek ji wan serkeftinên ku jinê ji vê têkoşînê bi dest xistî jî, cihgirtina wê ya di Projeya Pergala Federaliya Demokratîk de ye. Ev gav ji bo jinên Ereb, Kurd, Ermenî û Asurî  bû nîşana yekîtiyê. Bi vê yekîtiyê wan ispat kirin ku  jin xwedî hêz, fikir û îrade ye."
 
Di heman demê de Cemîla Mîsêbê jî rewşa jinê ya beriya PKK'ê wiha pênase kir: "Jin beriya PKK'ê her tim kole bû û di bin zexta zilam de bû, lê bi damezrandina PKK'ê re ev hemû hatin guhertin ji ber ku PKK'ê rastiya jinê pê da nasîn û ew ji wan zextan xilas kir." 
 
Jina bi navê Behîda Silêman jî salvegera PKK'ê ya 40'emîn pîroz kir û wiha got: "Jin wekî rêvebera civaka xwezayî bû û bi hezar salan xwedawenda wê civakê bû lê ev xwedawendiya wê jê hate dizîn. Ev xwedawendî careke din bi saya fikir û ramanê Rêber Apo û bi saya PKK'ê careke din hat bidesxistin, careke din bi azadî cihê xwe di hemû qadan de girt. Em ji bîr nekin ku jinê bi saya vî fikirî pêşengtiya berxwedana Kobanê jî kiriye."
 
'Bi saya PKK'ê jin bi vîna xwe tev digere'
 
Her wiha Enîna Bozan jî got ku jinê li hember çeteyên DAÎŞ'ê şer kirin û serkeftinên herî mezin bi dest xistin û wiha pê de çû: "Jinê bi vîna xwe li hember çeteyan serkeftinên mezin bi dest xistine, loma ew bi van serkeftinan serbilind in. Jin beriya niha nikarîbû bi rehetî tev bigere lê îro bi saya azadiya ku PKK'ê ji bo me afirandiye, jin bi hêz û vîna xwe tev digere û şer dike."
 
'Jin pêşengtiya şoreşa Rojava dike' 
 
Herî dawiyê Rodîn Ibrahîm jî diyar kir ku damezrandina PKK'ê ji bo jinê cihekî xwe yê cuda heye û wiha domand: "PKK ji bo jinê ronahiya jiyanê ye, bi vê ronahiyê hişt ku jin di Rojavayê Kurdistanê de gelek guhertinan çêbike û bigihêje asta herî bilind. Jin niha pêşengtî û serkêşiya şoreşa Rojava dike, ev hemû jî bi keda PKK'ê pêk hatiye.'