Li Wanê kêfxweşiya zarokan a berfê
- 13:02 27 Mijdar 2017
- Rojane
WAN - Li wanê zarokên ku ji bîdonên avê yên kevin ji bo xwe kaşkaşik çekirin kefxweşiya berfê jiyan.
Li wanê ji ber berfa ku bariya riyên gelek gundan hatin girtin. Lê zarokên ku ji bo xwe ji bîdonên kevin kaşkaşik çêkirin û pê xwe şemitandin kêfa wan li cih bû.
Zarokên ku serê sibehê zûr rabûn, ji bîdon û teştên kevin ên laylon ji bo xwe kaşkaşik çêkirin berê xwe dan girikan û li ser berfê xwe şemitandin.








