Jinên Amedî: Rêber Apo serokê me ye

  • 09:05 27 Mijdar 2017
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku roj diçe girantir dibe. Jinan bertek nîşanî tecrîda girankirî dan û gotin ku Abdullah Ocalan bi tenê mafê gelê kurd parastiye, azadî û aştiya gelê kurd xwestiye. Jinan got Abdullah Ocalan ji xwe re “Serok” qebûl kirine.
 
Tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dihe her ku roj diçe girantir dibe û jê tu agahî nayê girtin. Jinên Amedê jî bertek nîşanî vê tecrîdê dan û gotin ku Abdullah Ocalan bi tenê mafê gelê kurd parastiye, azadî aştiya gele kurd xwestiye. Jinan got Abdullah Ocalan ji xwe re “Serok” qebûl kirine.
 
Jina bi navê Munîre Kurta ku kurê wê jî di girtîgehê de ye got ku di girtîgehan de îşkence,zext û zordarî li girtiyan tên kirin. Lewra jî ji bo ev îşkence, zext û zordarî bi dawî bibe divê demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha pêl da axaftina xwe: “Em dixwazin dawî li vî şerî bê û cihan xweş bibe. Em hêvî dikin ku tecrîda li ser Serok bê rakirin û di demeke nêz de azad bibe. Tecrîda ku tê kirin ne bi tenê li ser Serok li ser hemû gelê kurd tê kirin. Ger tecrîda li ser Serok rabe wê tecrîda li ser me jî rabe.”
 
‘Ji bilî Serok Apo tu serokê me tune ye’
 
Jina bi navê Faîke Aktaş ku beriya du salan pêşî kurê xwe Veysî Aktaş di girtîgeha Kirikkaleyê de dîtiye û Piştre kurê wê ji girtîgeha Kirikkaleyê sirgûnî Girtîgeha Îmraliyê kirine kirin ku hetanî niha pê re hevdîtin nekiriye, bilêv kir ku ji bo ev sirgûn, îşkence, zext û tundî ji ser girtiyan rabe divê pêşî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serokê me tu suc nekiriye. Wî bi tenê mafê gelê kurd diparêst û dixwest azadî û aştî çêbibe. Serok bi tenê mafê gelê kurd  parastiye. Ji ber ku em krud in em tên sucdarkirin. Serok tu xirabî nekiriye, bi tenê başî xwestiye û mafên mirovan parastiye. Serok li dijî tecrîdê û êrîşan dîsa jî li ser rêya mafên mirovan e. Serok, Serokê me kurdan e. Ji bilî Serok Apo tu serokê me tune ye.”
 
‘Azadiya me di destê Serok de ye’
 
Jina bi navê Zelîfe Guneş jî di serî de tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û bilêv kir ku girtiyên wan di bin zexta hikûmetê de ne û tim îşkence li wan tê kirin. Zalîfeyê diyar kir ku Hikûmetê mafê girtiyên wan ji destê wan girtiye û ev tişt got: “Ji bo ku ev zext û îşkence bi dawî bibin divê di serî de tecrîda li ser Serok bê rakirin. Ji  ber ku van pirsgirêkan bi tenê Serok dikare çareser bike. Lewra jî bila hikûmet bêhêle malbata wî an jî parêzerên wî pê re hevdîtinê bikin. Hetanî ku  tecrîda li ser Serok ranebe û azad nebe em jî azad nabin. Ji ber ku azadiya me di destê Serok de ye. Li ku dibe bila bibe em ê tim li pey Serokê xwe û girtiyên xwe bin. Çawa ku Serokê her welatî heye em jî Serok Apo ji xwe re wek Serokê kurdan dibînin û qebûl dikin. Ji bo tecrîda li ser Serok bê rakirin em ê tim li qadan bin û çalakiyan li dar bixin. ”