Jinên PYD'ê: 27'ê Mijdarê ji bo me rojeke pîroz e
- 09:02 27 Mijdar 2017
- Rojane
Felek Mûsa
QAMIŞLO - Endamên Jin ên Eyaleta Dêrikê ku di nava Partiya Yekîtiya Demokraîk de cihê xwe digirin 40'emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîroz kirin û gotin: " Serkeftina şoreşa Rojavayê Kurdistanê berhema têkoşîna 40 salî ya PKK'ê ye."
Partiya Karkerên Kurdistanê di 27'ê Mijdarê de dikeve 40'emîn salvegera xwe, têkildarî mijarê jinên Eyaleta Dêrikê Ranîda Xelîl û Endama Rêveberiya Jinê a PYD'ê Nesrîn Tahir nerînên xwe anîn ziman.
'Em bi awayê azad dibêjin em kurd in'
Endama Rêveberiya Jinan a PYD'ê ya Eyaleta Dêrikê Ranîda Xelîl têkildarî 40'emîn salvegera PKK'ê de hestên xwe wiha anîn ziman: "Ez vê roja pîroz li hemû şehîdan û li Serok APO pîroz dikim, em roja 27'ê Mijdarê bi bîr tînin. Ji ber ku rojeke pir pîroz e ji bo me. Ji destpêka damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) me mafê xwe yê azadiyê bi dest xist, bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me ev mafê xwe nas kir û têkoşîna wê meşand. Ji bo vê jî em weke jinên Kurd, Ereb û Suryanî vê rojê pîroz dibînin. Bi keda şehîdên şoreşê û bi keda Rêber APO em gihiştine vê astê ku em azad dibêjin em kurd in."
Ranîda di dewama axaftina xwe de got ku şoreşa Rojava berhema têkoşîna PKK'ê ye û wiha pê de çû: "Serkeftina şoreşa Rojavayê Kurdistanê berhema têkoşîna 40 salî ya PKK'ê ye. Her wiha em bi têkoşîna YPG'ê û YPJ'ê gihiştine vê asta serkeftinê. Ji bo ku em hemû xwedî li van serkeftinan û xwedî li têkoşîna şervanên azadiyê derkevin, ez bang li hemû jinan dikim ku dengê xwe bidin pergala Netewa Demokratîk. Ji ber ku Netewa Demokratîk nûnertiya me dike. Mafê me hemûyan heye ku em dengê xwe bi kar bînin."
'Ez vê rojê li gelê kurd pîroz dikim'
Her wiha Endama Rêvebriya Jinên PYD'ê Nisrîn Tahir jî roja 27'ê Mijdarê li tevahî gelê kurd û hemû jinan pîroz kir û wiha got: "Ez vê roja pîroz li gelê Kurd, li tevahî jinên Ereb, Sûryanî û jinên cîhanê pîroz dikim. Bi têkoşîn û xebata 40 salî ya PKK'ê em gihiştine vê astê û bi fedekariya şehîdên vê şoreşê em îro azad dijîn. Jinê jî bi vê rojê re ango bi fikir û ramanên Rêber Apo re rola xwe di civakê de bi awayekî aktîf lîst û îro li tevahî saziyan û di qada leşkerî de cihê xwe digire. Ji bo wê ez vê rojê li Rêber Apo jî pîroz dikim. "








