ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2017'AN

  • 09:00 27 Mijdar 2017
  • Rojev
*Endamên Jin ên Eyaleta Dêrikê ku di nava Partiya Yekîtiya Demokraîk de cihê xwe digirin 40'emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîroz kirin û gotin: " Serkeftina şoreşa Rojavayê Kurdistanê berhema têkoşîna 40 salî ya PKK'ê ye."
Partiya Karkerên Kurdistanê di 27'ê Mijdarê de dikeve 40'emîn salvegera xwe, têkildarî mijarê jinên Eyaleta Dêrikê Ranîda Xelîl û Endama Rêveberiya Jinê a PYD'ê Nesrîn Tahir nerînên xwe anîn ziman. BI DÎMEN
 
*Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku roj diçe girantir dibe. Jinan bertek nîşanî tecrîda girankirî dan û gotin ku Abdullah Ocalan bi tenê mafê gelê kurd parastiye, azadî û aştiya gelê kurd xwestiye. Jinan got Abdullah Ocalan ji xwe re “Serok” qebûl kirine. BI DÎMEN
 
*Ji Platforma 'Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin' parêzer Esîn Yeşîlirmakê diyar kir ku  qanûna li dijî Pêşîgirtina Şîdeta Li Ser Jinê û Parastina Malbatê ya hejmar 6284 ya ji bo parastina jinên rastî şîdetê tên wek ‘şîfre’ tê binavkirin, ji aliyê rojnameya Yenî Akîtê ve hedef hatiye girtin û armanca vê ne parastina jinê parastina malbatê ye.
 
*Li taxa Yildizbaglar a Elezîzê ku piranî malbatên ji Dêrsîmê koç kirine lê dijîn pirsgirêka ava paqij dijîn. Fadîme Akbulut a 35 sale li taxê dijî  diyar dike ku ava paqij û bê pere mafê her kesî ye. BI DÎMEN
 
* Cîgira Hevşaredariya Pîranê Zelal Abîş Bîrtane  diyar kir ku piştî qeyûmên hatine tayînkirin şûnde qezencên jinan hatine xespkirin û wiha got: “ Tu tişt li pêş hêza hilberîner a jinê nikare bibe asteng.” 
 
*Derhênera Fransî ya belgefîlma ‘Kokunu kazimak’ Katîfa Cafe bi lêv kir ku derhênerên jin li her derê  cîhanê rastî astengiyan tên û got ji çêkirina fîlman netirsin û dest ji xeyalên xwe bernedin. 
 
*Di 2’ê Qanûna 2015’an de Sûrê şahidiya berxwedana herî dirêj a sedsala 21’ê kir. Di heman demê de şahidiya qedexeya derketina derve ya herî dirêj kir. Yekîneyên herî hilbijarte yên dewletê 103 rojan di qedexeya derketina derve de nikaribû têketa Sûrê. Îro Sûr ji bo rantê bi hilweşînê re rû bi rû ye.