Perwerdeya Heyva Sor bi dawî bû

  • 18:37 26 Mijdar 2017
  • Rojane
TIL TEMIR-  Heyva Sor a Kurd dewreya perwerdê ya 9'emîn ku bi tevlîbûna 50'endaman li ser beşên tendirustiyê dabû destpêkirin bi şahiyekê qedand.
 
50'Endamên komînan yên gund û bajarê Tiltemirê yê Herêma Cizîrê ji bo pşxistina asta zanebûnê û avakirina civaeke bitendirust tevlî dewreya 9'emîn a perwerdê ku 4 mehan berdewam kir bibûn. Endam ji aliyê kesên pispor yên Hyeva Sor a Kurd de hatin perwerdekirin. Di dewreyê de waneyên li ser tendrustiya rast, dermankirina birîndaran,lêdana derziyan,dirûna birînê, dermankirina nexweşan û gelek mijarên tendrutstiyê hatin hînkirin. Ji bo belavkirina bawernameyên Heyva Sor a Kurd şahî li dar xist. Di şahiyê de endamên Heyva Sor a Kurd, Saziyên civaka Sivîl yên PYD'ê amede bûn.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamên heyva Sor a Kurd Ayat Ehmed, û Hêvîn Emîn axivîn. Di axftinên ku hatin kirin de bal hat kişandin ser rola Heyva Sor a Kurd di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û wiha hat gotin:" Di nava şoreşê de Heyva Sor a Kurd mil bi mil bi şervanên YPG/YPJ'ê re di çeperên şer de bûn da ku ew jî erka xwe ya mirovî pêk bînin. Armanc ji dewreyê ew e ku bicihkirina çanda tendrustiyê di nava civakê de bê pêşxistin û civakek bi tendirust bê avakirin.
 
Piştî axaftinan bawername li 50 endaman hain belavkirin û piştre jî şêranî hat belavkirin. Şahî bi govendê hat bidawîkirin.