Sûcê nefretê: Li girtîgeha Maltepeyê kesê trans hat derbkirin

  • 09:18 26 Mijdar 2017
  • Rojane
Evrîm Kepenek
 
STENBOL- Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Cezayê de (CÎSST) Hîlal Başak Demîrbaş diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê  pirsigrêkên ku LGBTÎ dijîn, pirsgirêka aboriyê ye û got li girtîgeha Maltepeyê kesên trans ji aliyê gardiyanan ve tên derbkirin û li girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê jî kesekî LGBTÎ di huncreyê de tê girtin.
 
Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Cezayê de (CÎSST) ev demek dirêjre li ser girtîgehan xebatan dimeşîne. Herî dawî pirtûkek bi navê ‘li Tirkiyeyê girtîbûn’ hat weşandin.  Yek ji xebatên wan yên girîng jî ‘ Li Tirkiyeyê girtiyên LGBTÎ’ bû.  li gorî hevdîtinên ku CÎSST û nûnerên saziyên sivîl yên LGBTÎ bi girtîgehan re kirine, li Tirkiyeyê hejmara girtiyên LGBTÎ derketiye 137’an.
 
 Li girtîgehên Maltepe, Metrîs, Rîze, Tekîrdag, Eskîşehîr, Samsun, Alansa û gelek girtîgehên din koxuşên LGBTÎ hene. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Cezayê de (CÎSST) Hîlal Başak Demîrbaşê diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê  pirsigrêkên ku LGBTÎ dijîn, pirsgirêka aboriyê ye û got li girtîgeha Maltepeyê kesên trans ji aliyê gardiyanan ve tên derbkirin û li girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê jî kesekî LGBTÎ di huncreyê de tê girtin.
 
Başakê diyar kir ku girtiyên LGBTÎ li girtîgehê bi karê morîkan pere qezenc dikin û got pereyê ji wir tê jî gelek hindike.Başakê daxuyakirin ku li girtîgeha Maltepeyê kesê trans ji aliyê gardiyanan ve hatiye derbkirin û li girtîgeha Alanyayê jî kesekî LGBTÎ di hucreyê de tê girtin û got her du binpêkirinên mafan jî dişopînin.