Pêwîste Soçî weke Cenevre û Astana bê encam nemîne
- 09:06 26 Mijdar 2017
- Rojane
Sozda Oremar
EFRÎN-Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso têkildarî mijara beşdarbûna nûnerên Bakurê Sûriyê û bi taybet PYD'ê ji bo Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Sûriyê wiha got: "Maseya ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan tê danîn wê bêyî kurdan ti encamê negire, pêwîste Soçî weke Cenevre û Astana bê encam nemîne."
Rûsya, Tirkiye û Îran li Soçîyê derbarê Suriyeyê de civiyan û ji bo Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Sûriyeyê nîqaş kirin. Dewleta Tirk her çiqas naxwaze ku nûnerên Bakurê Sûriyê û bi taybet PYD di vê Kongreyê de cihê xwe bigire jî, hat zanîn ku wê PYD'ê beşdar bibe. Derbarê vê yekê de Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso nirxandin kir.
Eyşe Hiso diyar kir ku piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, Sûriye derbasî qonaxeke nû bûye û wiha got: "Têkçûna çeteyên DAIŞ'ê li Reqayê û rizgarkirina wê deverê, qonaxeke nû bi xwe re anî. Ev merheleya nû ji bo danûstandinên siyasî deriyekî nû vekir. Hewldana Rûsya ya çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê di rojevê de ye, ji bo wê amadekariya Kongreya Diyaloga Niştîmanî dike da ku hemû aliyên Sûriyeyê beşdarî vê Kongreyê bibin. Em jî weke hemû pêkhateyên li Bakurê Sûriyê em ê beşdarî vê civînê bibin. Her wiha partiyên siyasî ên li Bakurê Sûriyê jî wê beşdar bibin."
'Ger projeya Kurdan a Netewa Demokratîk nebe, wê çareserî peyda nebe'
Eyşe Hiso di dewama axaftina xwe de bal kişand ser beşdarbûna nûnerên Bakurê Sûriyê û bi taybet kurdan a nava Kongreya li Soçî û wiha got: "Maseya ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan tê dayin wê bêyî kurdan ti encamê negire.Beriya vê gelek civînên mîna Astana û Riyad çêbûn lê ji ber ku hemû alî û bi taybet nûnerên bakurê Sûriyê tevlî nedibûn, ev civîn bê encam diman. Me di civînên derbasbûyî de bi awayekî vekirî dît ku ger kurd di çareseriya pirsgirêkên li Sûriyê de cih negirin, wê ti caran pirsgirêk neyên çareserkirin.Di hemû civînên ku tên lidarxistin de, ger projeya kurdan a Netewa Demokratîk tê de nebe, wê çareserî ji bo gelan peyda nebe û wê şer kûrtir bibe. Pêwîste Soçî weke Cenevre û Astana bê encam nemîne. Bêguman hewldana dewleta Tirk a ji bo civina Soçî ew e ku ne çareseriyê peyda bike, berevajî vê dixwaze aloziyê kûrtir bike. Tirkiyê naxwaze ku kurd ne li Soçî ne jî li ti cihên din amede bibin. Hişmendiya wê ya şofînî di pêşde ye û rasterast weke di dîroka xwe de hertim dijminatiya kurdan kiriye, niha jî dijminatiyê dike."
'Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li ser Rojava û bakurê Sûriyê ye'
Eyşe Hiso diyar kir ku projeya xeta sêymîn ango Netewa Demokratîk ji bo Sûriye çareseriya herî guncav e û wiha got: "Projeya Netewa Demokratîk ku wekheviya gelan dihewîne çareseriya herî baş a pirsgirêka Sûriyeyê ye. Hêzên derve xwestin gelek projeyan pêş bixin. Lê hemû jî vala derketin. Projeya ku cih girt û wekheviya gelan pêk anî projeya Netewa Demokratîk e ku hemû gelan hembêz dike ye. Ji bo vê yekê û ji ber deskeftiyên gelê kurd êdî dewleta tirk li dijî kurdan asta dijminatiyê jî derbas kiriye. Di van rojan de bê navber daxuyaniyên dewleta tirk ên ji bo Soçî ku nabe kurd beşdar bibin û em ê êrîşî Efrînê bikin, zêde dibin. Bêguman gelê Efrînê bersiva pêwîst da dewleta tirk, êrîşa li ser Efrînê êrîşa li ser Rojava û bakurê Sûriyê ye. Ya herî balkêş bêdengiya hêzên ku xwe di Sûriyê de hêza çareseriyê dibînin, lê belê tevî wê jî ti helwestekê nîşan nadin. Ev jî tê wetaya ku li şûna pirsgirêk bên çareserkirin berovajî vê tên kûrkirin."
'Wê bêyî me ti çareserî çênebe'
Herî dawiyê Eyşe Hiso wiha bi lêv kir: "Em dibînin ku dewleta tirk di nava krîzekê de ye. Di aliyê siyasî, aborî û leşkerî de krîzeke giran dijî. Ji bo ku vê krîzê veşêre, dagirkirina axa heremê dike rojev. Ev gefxwerina dewleta tirk wê wan winda bike. Wê krîza wê jî hîn zêde û kûrtir bike.Wê siyaseta dewleta Tirk ti caran bi ser nekeve, ji ber ku siyaseta wê li dijî demokrasiyê ye û ti caran pirsgirêkên li Sûriyeyê bê demokrasî çareser nabin. Ango ev rastiya heyî ye, wê bêyî me ti çareserî çênebe."








