'Dengdayîna jinê azadkirina kesayeta wê ye'
- 09:02 26 Mijdar 2017
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ- Jinên namzet ên Girkêlegê têkildarî hilbijartinên meclisên herêmî ên Pergala Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku wê di 1'ê kanûnê de pêk bên kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Jinên namzet ên Girkêlegê têkildarî hilbijartinên meclisên herêmî ên Pergala Demokratîk a Bakurê Sûriyê de kêfxweşiya xwe anîn ziman û wiha gotin: "Di şîrovekirina Pergala Federaliya Bakurê Sûriyê de ji civakê re, barê herî giran dikeve ser milê jinan. Ji bo wê divê rola xwe di hilbijartinên meclisan de jî bi aktîv bilîzin."
Di her gavavêtineke Pergala Federaliya Demokratîk a li Bakurê Sûriyê de, serkeftinên mezin tên bidestxistin. Her ku diçe ev pergal dibe hêviya tevahî neteweyên bakurê Sûriyê û netewe hebûna xwe di serkeftina vê pergalê de dibînin. Ji hilbijartinên komînan jî diyar bû ku çi qas gel bi coş û heyecan tevlî vê pergalê dibe û lê xwedî derdikeve. Di qonaxa duyem a hilbijartinan de wê hilbijartinên meclisên herêmî di 1'ê Kanûnê de werin lidarxistin. Di vê qonaxê de 450 namzet ku di nav de 230 jin in, ji bo hilbijartinan hatin qebûlkirin.
Jina bi navê Wijdan Alheso diyar kir ku jin bi dengdayîna xwe ya ji meclisan re wê kesayeta xwe azad bike û wiha got: "Dengdayîna jinê azadkirina kesayeta wê ye. Ji bo wê jî divê jin bi hemû hêza xwe biçe ser sendoqan û rola xwe ya giring di civakê de bilîze. Jin bi hezaran salan ji mafê xwe hatibû bêparkirin. Lê niha bi van hilbijartinan dikare careke din mafê xwe bidest bixe. Bi pergala wekheviyê wê êdî jin û mêr bi hev re civakê birêve bibin. Pêwîst e jina ereb tevlî van hilbijartinan bibe û piştgiriyê bide tevahî jinan. Wekî ku me di hilbijartinên komînan de em bi serketin, divê em wiha di meclisan de jî rola xwe bilîzin. Bêguman ev yek jî erkA me ye ku em jinan bi rêxistin bikin û pergala Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi wan bidin nasîn, da ku jin rola xwe ya bingehîn di van hilbijartinan de nas bike."
'Bi van hilbijartinan pêşeroja gelê herêmê û Sûriyê diyar dibe'
Her wiha Zilfa Bedro jî ji aliyê xwe ve got ku ew wekî jin erka wan e ku pergala Federaliya Bakurê Sûriyê ji gel re şîrove bikin û wiha pê de çû: "Hilbijartinên meclisên herêmî giringiyeke xwe hene. Em jî weke jin erka me ye ku em giringiya van hilbijartinan ji gel re şîrove bikin e. Bi van hilbijartinan pêşeroja gelê herêmê û Sûriyê diyar dibe, wê bi serkeftina hilbijartinên meclisên herêmî re ev pergal ji tevahî cîhanê re bibe nimûne û jê sûdê bigirin. Di nava sê mehan de em ê du qonaxên hilbijartinan pêk bînin. Yek ji van ya komînan bû ku serkeftî derbas bû, ya duyem jî di 1'ê Kanûnê de wê hilbijartinên meclisan pêk werin.Ev jî tê wateya ku bandora pergala Federaliya Demokratîk bi awayekî erênî li civakê kiriye û divê em hemû xwedî lê derkevin."
'Şoraşa Rojava şoreşa Jinê ye'
Zilfaya di dewama axaftina xwe de destnîşankir ku jinê bi cihgirtina hemû qadên jiyanê îsbat kir ku şoreşa Rojava şoreşa Jinê ye û wiha dom kir: "Dema mirov dibêje şoreşa Rojava şoreşa Jinê ye, ev çavkaniya xwe ji têkoşîna wê ya di hemû qadên civakê de digire. Di şîrovekirina Pergala Federaliya Bakurê Sûriyê de ji civakê re, barê herî giran dikeve ser milê jinan. Wekî ku jinan di hilbijartinên komînan de pêşengtiya hilbijartinan kiriye, divê di hilbijartinên meclisan de jî bi eynî rolê rabin û li dengê xwe xwedî derkevin."








