ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2017'AN
- 09:00 26 Mijdar 2017
- Rojev
*Jinên namzet ên Girkêlegê têkildarî hilbijartinên meclisên herêmî ên Pergala Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku wê di 1'ê kanûnê de pêk bên kêfxweşiya xwe anîn ziman. BI DÎMEN
*Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso têkildarî mijara beşdarbûna nûnerên Bakurê Sûriyê û bi taybet PYD'ê ji bo Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Sûriyê wiha got: "Maseya ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan tê danîn wê bêyî kurdan ti encamê negire, pêwîste Soçî weke Cenevre û Astana bê encam nemîne." BI DÎMEN
*NÛÇEYAN-PKK ya di 27’ê Mijdara 1978’an de hat avakirin, yekane taybetiya wê ya herî mezin a wê ji rêxistinên din cuda dike, xwedî artêşbûna jinê ye. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje ‘Dîroka koletiya jinê hîna nehatiye nivîsin, dîroka azadiyê jî hîna li bendê nivîsandinê ye’ û jinên bi van gotinan pÊngav bi pêngav dîroka azadiyê nivîsîn, meşa wan ya dirêj a di nav PKK’ê de berdewam dike.
*Hunermend û rojanemgera girtî Zehra Dogan di nivîsa xwe ya ji ajansa me re şandiye de diyar kir ku huner û desthilatdarî ti car nekare bê cem hev û got hêza ku zîhniyeta serdest ya mêr tine bike têkoşîna hunerî ye.
*Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Cezayê de (CÎSST) Hîlal Başak Demîrbaş diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê pirsigrêkên ku LGBTÎ dijîn, pirsgirêka aboriyê ye û got li girtîgeha Maltepeyê kesên trans ji aliyê gardiyanan ve tên derbkirin û li girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê jî kesekî LGBTÎ di huncreyê de tê girtin. DÎMEN HEYE
*Fîlmê rojnameger Dîlek Gul yê bi navê ‘Eşîk’ dibê derdikeve pêşberî temaşevanan. Fîlm çîroka çar jinên Sûriyeyê vedibêje. Dîlekê der barê fîlm de agahî dan û got: “Jin beyî ji dewlet û mêran tiştekî bipên dikarin li ser piyan bisekinin.Em ji ku derê vê têkoşînê bigirin jî ev destkeftin e. Ez bang li hemû jinan dikim ku tevlî galaya fîlm bibin.” BI DÎMEN
*Parlamentera HDP’ê ya Wanê û Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku di 4’ê Mijdara 2016’an de hat girtin, bi hinceta di dema binçavan de parastin kiriye der barê wêde bi daxwaza ji salekê heta 5 salan doz hat vekirin.
*Beylîn Durmaz ya piştî teqawît bû hilberîna kulavên ku difiroşe debara xwe dike, diyar kir ku hilberîn ji bo hemû jinan girîng e. DÎMEN HEYE








