Li Çiyayê Qereçoxê meşa jinan
- 15:55 25 Mijdar 2017
- Rojane
DÊRIK - Bi hezaran jinên herêma Cizîrê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî li Çiyayê Qereçoxê meşke li dar xisitn.
Li Çiyayê Qereçoxê yê girêdayî bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî di pêşengiya Kongireya Star de bi durûşma " Hilweşandina pergala Îmraliyê , Hilweşandina tundiya li ser jinê ye" meşek hat lidarxistin.
Di meşa ku hat lidarxistin de hêzên YPJ'ê, jinên ciwan, tevahî sazî û dezgehên jinan û bi hezaran jinên ji hemû netewan ên herêma Cizîrê cihê xwe girtin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan, alên YPJ'ê û Kongireya Star û wêneyên tekoşerên jin hatin hilgirtin.
Di di dawiya meşê de li ser 25'ê Mijdarê daxuyanî hat dayîn.








