Dayikên Şemiyê equbeta Nîhat Aydogan pirsîn
- 15:23 25 Mijdar 2017
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şeniyê di hefteya 661'emîn a çalakiya xwe de aqûbeta Nihat Aydogan pirsîn. Hevjîna Nîhat Halîme Aydogan aşkera ki ku hevjînê wê di 30'yê Mijdara 1994'an de di bin çavan de hatiye windakirin û wiha got: "Çima goreke xizmên me ya ku em qurnefîlê daynin ser nîne?"
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 661'emîn de a li Qada Galatasarayê de aqûbeta xizmên xwe pirsîn û daxwaz kirin ku kujer bên darizandin. Di çalakiyê de pankarta "Faîl diyar in, winda li ku ne" hat vekirin, dayikan qurnefîl û laçikên ku aştiyê temsîl dikin danîn ser wêneyên windayan.
Di çalakiya vê hefteyê de dayikan aqûbeta Nîhat Aydogan ê di 30'yê Mijdara 1994'an de hat windakirin pirsîn. Hevjîna Nîhat Aydogan Halîme û keça wî Necbîr û neviya wî Hêlîn Aydogan di çalakiyê de cih girtin.
'Çima ji hestûyên me ditirsin'
Hevjîna Nîhat Aydogan Halîme Aydogan aşkera kir ku ew dayikeke dilşewat e û wiha got: "Dema min hevjînê xwe winda kir, ji wê demê ve cihê ku min serî lê nenda tune. Rayedaran di dema serlêdanan de digot 'Li çiyan li hevjînê xwe bigere, hevjînê te ne li gel me ye' û berdidan me. Çima goreke xizmên me yên ku em qurnefîlan daynin ser tune ye. Em hestûyan dixwazin. Bila goreke me jî hebe. Çima ji hestûyên me ditirsin. Êdî bes e bila goreke me jî hebe."
'Ji bo her kesî edalet divê'
Daxuyaniya hevteyê ji aliyê Dayika Şemiyê Hatîce Onaran ve hat xwendin. Hatîce wiha got: " "Daxwaza me ya edalet û heqîqetê ne tenê ji bo xizmên me ye ji bo yên din ku di bin çavan de hatine windakirin e jî û ji bo her kesên li vî welatî dijî ye."
Hatîce aşkera kir ku Nîhat Aydogan 39 salî û bavê 4 zarokan bûye, li gundê Mizîzexê yê navçeya Midyada Mêrdînê hatiye binçavkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gundiyên Mizîzexê nexwestin bibin cerdevan û ji ber vê tundî dîtin. Bi êrîşên sîstematîk ên hêzên dewletê re rû bi rû man, gef li wan hat xwarin. Piştî kurê Nîhat Aydogan Fevzî di vê navberê de çû çiyê, zextên li ser bavê wî hêj zêdetir bûbûn. Her gav bi ser mala wan de digirin û îşkence li wan dikirin."
'Bi lêdanê binçav kirin'
Hatîce, da zanîn ku di 30’ê Mijdara 1994’an de leşker û cerdevanan bi ser mala Nîhat de girtin û binçavkirin û wiha got: “Bi kontaxa çekê li Nîhat Aydogan xistin û ji nava nivînan derxistin. Dest û piyên wî girê dan û di nava xwînê de birin Qereqola Cendirmeyan a Midyadê. Piştre jî birin Qereqola Navenda Cendirmeyan a Mêrdînê.”
Hatîce, anî ziman ku rayedarên fermî gotin, piştî Nîhat 20 rojan dibin çavan de ma, sewqî dozgerê nobedar kirine û piştî îfadeya wî hat girtin û şûn de serbest berdane. Hatîce got ku ji wê rojê û şûn de tu agahî ji Nîhat nehat girtin û wiha domand: "Ev seneryo ne. Tu rastiya wan tune ye."
Hatîce, destnîşan kir ku hemû serlêdanên fermî yên malbata Nîhat kirin bê encam man û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Ên ku Nîhat Aydogan di bin çavan de winda kirin tên zanîn, lê ligel vê yekê hiqûq nayê cih. Sûcê winda kirina Nîhat Aydogan bê caza ma. Lê em ê heya dawiyê lêgerîna xwe ya edaletê bê navber bidomînin.”
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.








