Jinên hatin qetilkirin li Amedê hatin bîranîn

  • 14:39 25 Mijdar 2017
  • Rojane
AMED - TJA'yê bi minsebata 25'ê Mijdarê li Parka Koşuyoluyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de çîrokên jinên ku hatin qetilkirin hatin vegotin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û hevkarên wê li parka Koşuyolyê li ber Abîdeya Mafên Mirovan di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinên ya Navneteweyî de daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku hat dayîn de Berdevka KJA'yê ya ku bi biryara KHK'ê hat gitin Ayla Akat Ata, Parlamentera Amedê Sîbel Yîgît Alp, Endamên Meclisa Jinan a HDP'ê , Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, SKM û gelek jin jî tevli bûn.
 
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Bajarê Amedê ya HPD'ê Fîlîz Buluttekîn  ve hat xwendin. Fîlîz diyar kir ku jin hem di warê aborî û hem jî di nava siyasetê de bûne hedefa şîdeta dewletê û wiha got: " Em ê li dijî vê şîdetê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin û li dijî polîtîkayên faşîzan li ber xwe bidin."
 
Piştî Fîlîz parlamenter Sîbel Yîgîtalp axivî û wiha got: "Ji ber rewşa şer şîdeta li ser jin û zarokan zêde bûye. Jin tenê wekî amûreke ku zarokan diwelidîne tê dîtin. Di rewşa şer de herî zêde jin û zarok êşê dikişînin.  Li cihê ku şer lê hebe şîtetî, tecwiz û îstîsmar heye."
 
Sîbel herî dawî metnê ku lê çîrokên jinên hatin qetilkirin nivîsandî bû xwend.
 
Jinan piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Piştî çalakiya rûniştinê jinan stran gotin û belav bûn.