Ji Meclisa Jinan a HDP'ê derbarê 25'ê Mijdarê de daxuyanî

  • 14:09 25 Mijdar 2017
  • Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinan a  HDP’ê der barê 25'ê Mijdarê de daxuyanî da û diyar kiri ku “Şerê li dijî faşîzmê tê wateya xwedîlêderketina jiyana me jinan.”
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Meclîsa Jinê, diyar kir ku tundiya mêr qadên jiyanê li jinan teng dikin, vedugeherînîn dojehê û bi piştgiriya desthilatdariya AKP'ê her roja derbas dibe hovîtiya xwe zêde dikin. 
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: "Rejîma faşîst êrîşî Mîrabalan kir. Bersiva vê êrîşê kir ku têkoşîn bibe dîrokî. Jinên ji bo azadiyê hatine gel hev têkoşîna Mîrabalan ji erdnîgariyekê dibin erdnîgarekê din,  ji dîrokan vediguhezin dîrokeke din. Li her aliyê cîhanê em ê ji bo azadiya xwe bibin yek. 
 
Tundiya zilam a ku jiyanê li jinan teng dike û bi piştgiriya desthilatdariya AKP’ê roj bi roj hovîtiya xwe zêde dike. Di vê serdemê de serîhildana li dijî faşîzmê tê wateya xwedîderketina jiyana xwe. Ji bo serîhildana li dijî tundiya zilam û dewletan em bi hemû zimanî bibêjin bijî  berxwedana jinan.”