Li Wanê mîtînga mezin dest pê kir!

  • 13:45 25 Mijdar 2017
  • Rojane
WAN - Li Wanê di pêşengiya TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê de bi dirûşma "Em ê qirkirina jinan rawestînin û  jiyanê azad bikin" mîtînga ku wê bihata li darxistin li gel şet û mercên heywayê yên zivistanê  bi lîlandina jinan û bi dirûşmên 'Bijî Serok Apo' hat destpêkriin.
 
Li Wanê di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk (HDP) de bi dirûşma "Em ê qirkirina jinan rawestînin û jiyanê azad bikin" mîtînga fînalê ya ku wê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî bihata lidarixistin li Parka Musa Anter hat destpêkirin. Jinên ku qada bi barîkatan hat dorpêçkirin bi filamayên reng bi reng xemilandin li qadê pankarta mezin a li ser "Wê jin bi Rojê azad bibin","Wê wiha neçe jin destûrê nadin" û "Em ê qirkirina jinan rawestînin" daliqandin.
  
Jinên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî herikîn qada ku li 3 cihan lêgerîn lê hebû li gel berf û sermaya zivistanê govend girtin.
 
Di mîtînga ku tê lidarixistin de wê peyamên  Hevseroka HDP'ê ya berê û parlamentera Wanê ya HDP'ê Tuba Hezer a ku parlamenteriya wê hat xistin bên xwendin. Her wiha wê di mîtîngê de Hevseroka HPD'ê Serpîl Kemalbay û parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca jî biaxivin. Mîtînga ku tê lidarixistin wê bi stranên hunermenda kurd Şehrîbana Kurdî, Nurcan Deyîrmencî û staranên hunermendên herêmê bi dawî bibe.