Li Şengalê derbarê 25'ê Mijdarê de civîn
- 12:37 25 Mijdar 2017
- Rojane
Delîla Axîn/Solîn Şengal
ŞENGAL - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî li Şengalê civek hat li darixistin. Civîn ji aliyê Endama Revberiyê ya TAJÊ Pelda Şengal ve hat rêvebirin. Di cîvînê de bal hat kişandin ser têkoşîna jinên kurd ên êzidî ku bi tundiyê de re rûbirû mane.
Bi Bi minasebeta 25'ê Mihdarê Roja tekoşîna li dijî Şîdeta li Ser Jinê ya Navneteweyî li navenda Şengalê civin hat li derxistin. Civin ji aliyê Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Êzidî ( TAJÊ) Pelda Şengal ve hat rêvebrin. Pelda diyar kir ku ji bo jinên kurd ên êzidî xwe bi rêxistin bikin gelek bedel û ked hatiye dayin.
'Jinan ji bo azadiyê xwe kirin mertal'
Pelda bal kişand ser têkoşîna jinên êzidî yên kurd û ev tişt got: " Bi rastî jina herî zêde rastî şidet û tundiya deshiladariya mêr hatiye jina êzidî ye. Bi teyb di piştî 3'yê Tebaxa 2014'an jinên kurd ên êzidî bi qirkirinê re rûbirû hatin hiştin ku ev qirkirin wê tu caran neyê jibîrkirin. Lê belê li henberî vê qirkirinê jinên êzîdî xwe bi rêxistin kirin û serê xwe na tewandin. Niha li vêderê kombûna evqas jinên êzîdî ecnama berxwedana wan e. Ger ku îro em li vir dikarin kom bibin û behsa azadiyê dikin ev bi saya berxwedana azadiyê ya pakrewanên me ye. Bi rastî ji bo dawî li tudiya li ser jinê were gelek jinan xwe kirin mertal û bi lehingî li be rxwe dan ji ku jin bikaribe bi awayekî azad bijî.
'Ji bo tolhidana jinê rêxistinbun pêwist e'
Pelda Şengal di berdewamiya axiftina xwe de wiha got" Azadî ne tiştak hêsan e. Bedel û tekoşînek xûrt dixweze. Pêwîst e em jinên êzidî yên kurd piştî vê fermana 3'yê Tebaxa 2014'an ku li dijî me hat kirin û di encamê de bi hezaran jin hatin qetilkirin û firotin li ber xwe bidin. Ji bo ku em karibin vê xeteriya qirkirinê ji ser xwe rakin."
Endama Rêveberiyê ya TAJÊ Pelda Şengal di dawiya axiftin xwe de bang li hemu jinên cihanê û bi teybet jina êzidî kir û wiha got: "Her roj bi sadan jin tên qetilkirin û bi hezaran jin bi tundiya zilam re rûbi rû dimînin, kûştina jinê kûştina jiyanê ye tundiya li ser jin fetisandin û tunekirina azadiyê ye. Ez beng li hemî jinan dikim ku li henberî şidetê bê deng nemînin û bêhtir li ber xwe bidin."








