Ji şaredariya baglarê bo bazarvanên mêr:Jin bi ser nakevin wê qad ji we re bimîne

  • 10:03 25 Mijdar 2017
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Bazara Taxê ya Jiyanê ku 5 sal berê ji aliyê şaredariya Baglarê ve ji bo jinan hat vekirin, di rojên borî de hefteyê rojekê ji bo mêran hat vekirin. Xebatkara Bazara Jiyanê Nurdan Saltik diyar kir ku mêrekî di bazarê de dixebite jê re wiha gotiye: “Şaredariyê ji me re got ‘jin wê nikaribin bikin û wê ji we re bimîne’. Dema roj hat hunê li wan deran bi cih bibin.”
 
Berdevka Bazara Taxê ya Jiyanê Nurdan Saltikê  ku ev 5 sale kedê dide bazarê got wê ji vê saetê şûnde jî têkoşînê bidomînin û wiha pê de çû: “Dema bazar nû hat vekirin hat gotin ku wê hefteyê 6 rojan vir vekirîbe. Dema mirov vê difikirin 6 rojên hefteyê li cihekî bazar nayê avakirin. Ji bo muşteriyan başe lê ji bo xebatkaran ne wisa ye. dema mirov diçin hala sebzeyan mirov nekarin bi kîloyan bigirin. Mirov toptanî digirin.  Hevalên me yên destê xwe dinirxandin. Me ev salekê wisa berdewam kir. Me dît ku em zirarê dikin me daxwazek din kir.”
 
Bi piştevaniyê bi ser ketin
 
Nurdanê  wiha berdwam kir: “Me di daxwazên xwe de ferz kir. Lê gotin ‘hun jinin, baran heye, ax heye hunê zehmetiyan bikişînin.’ Me wê demê bi bi piştevaniya jinan a şaredariyê ev bi ser xist. Tiştekî ku jin neke tine. Daxwaza me hat qebûlkirin. sê rojan dan me. Roja çarşemê li Zumrutkentê, roja pêncşemê li pişt nexweşxana welîdînê û roja înê jî ligel malên Hamravatê. Piştre derxistin çar rojan. Piştre em 6 rojan derketin bazarê.
 
‘Wê jin nekaribin bikin’
 
Nurdanê bi lêv kir ku li cihê bazarvanên mêr hene bazarê venakin û got: “Ev rêbazeke. Ev 5 sal bû ji xwe rastî tacîza bazarvanên mêr dihatin. Mînak dema hevalên me diçin halê rastî gotina mêran a ‘Emê jî bên wir. Ew der ji we tenê re nabe, çima didin we’ tên.  bazarvanekî mêr ji min re got ‘Ti pirsgirêka me bi we re tine, lê sozên ji bo me hatine dayîn hene. şaredariyê got ‘me soz da jinan lê îhtîmalek mezin wê jin nekaribin bikin, şûnde bikişîn, roj bê wê ew der yê we bin’
 
Ji bo jinan bang
 
Nurdanê bang li komele û rexistinên jinan kir û got bila piştgiriyê bidin wan.