‘Em xwedî li goristanan jî Kurdistanê jî derdikevin’

  • 10:02 25 Mijdar 2017
  • Rojane
AMED - Li Goristana Yenîkoyê kevirên goristanên endamên PKK, YPS, YPG û YPJ’ê hatin guhertin û piştî vê malbat ji ser goran venaqetin. Malbatan diyar kir ku ev polîtîkaya tirsê ye û wiha got: “Em ê xwedî li zarokên xwe jî, li gorîstanên wan jî û li Kurdistanê derkevin.”
 
Qeyûmê tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû, li Goristana Yenîkoyê 25 kevirên goristanê yên li ser îfadeya ‘şehîd’  û dirûşme û flama hebûn ên şervanên PKK, YPS, YPG û YPJ’ê bûn 5 roj berê guhert. Kevirên ku berê jî hatibûn texrîbkirin, rastî bertekên malbatan hatin.
 
Dayika Nafîs Katar (Rotînda Amed), Neslîhan Katar  diyar kir ku polîs ligel ku kevirên gorê guhertine wiha gotine ‘Yê li vir kîye? Xizmê te ye? Gunehê tep ê tê? Te zarokê xwe şand? Ji bo min cudahiya DAIŞ û PKK’ê tine, emê van keviran biguherin’. Neslîhanê bertek nîşan da û got: “Zarokên me li vir radizên. Ew di rêyek şan de neçûne. Em bi wan serbilindin.  Îro em li van deran bi rehetî bigerin bi saya wane. Emê ti car destur nedin guhertina kevirên gora wan.”
 
‘Yên vir hemû zarokên min e’
 
Dayika Hasan Fîdancan (Şervan Çiya) yê di 2013’an de li Qendîlê jiyana xwe ji dest da, Rozeta Şeyhanogullari jî wiha got: “Dewlet ji gorên me çi dixwazin. Polîs her tim tên ser gorê û me nerehet dikin. Hewl didin me bitirsînin. Lê zarokên me çawa netirsiyan em jî natirsin û li virin. Hemû zarokên li vir radizin zarokên minin.”
 
‘Em guherînê qebûl nakin’
 
Dayika gerîlayê HPG’ê Osman Uzan (Alî Hamza), Pakîze Uzanê jî bertekên xwe nîşan da û got: “Zarokên me çawa têkoşîn da û canê xwe dan emê jî ji bo wan canê xwe bidin. Em mafên şehîdên xwe ti car nadin xwarin.  Me guherîn ti car qebûl nekir û emê nekin jî.”