Piştî mirina biguman: Xwişka min hat qetilkirin
- 09:33 25 Mijdar 2017
- Rojane
Fîlîz Zeyrek
EDENE - Li navçeya Dortyol a Hateyê Medîne Ok bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Xwişka Medîneyê, Nurcan Degîrmencî diyar kir ku xwişka wê întîxar nekiriye, ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin. Nurcanê bi lêv kir ku şopên derbê yên di rapora otopsiyê de derketine holê û divê tevgerên bi guman yên mêr bên lêkolînkirin û her wiha ji rêxistinên jinan jî piştgirî xwest.
Li Dortyol a Hatayê jina bi navê Medîne Ok ya 38 salî di 8’ê îlonê de li mala xwe mirî hatibû dîtin. Xwişka Medîne ya ku hat îdiakirin întîxar kiriye, Nuran Degîrmencî diyar kir ku xwişka wê întîxar nekiriye û ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye qetilkirin. Nuranê bang li rêxistinên jinan kir ku ji bo rastiyên der barê mirinê de derkevin holê bibin piştgir.
Nuranê wiha berdewam kir: “Lêkolînên cihên bûyerê gelek qelsin. Me dubare serî li dozgeriyê da û dozger got ‘Em vê dosyayê bigirin jî hun dîsa vekin’. Van gotinan serê me tevlihev kir. Di rapora otopsiyê de li bedena xwişka min şopên derbê hebûn.”
‘Bi hevjînê wê re pirsgirêkên wê hebûn’
Nuranê bi lêv kir ku Medîneyê gelek ji jiyanê hez dikir û ev tişt anî ziman: “Xwişka min di demên dawî de bi hevjînê xwe re pirsgirêk dijiya. Her tim rûken bû. Her kesî jê hez dikir. Sedemeke ku canê xwe bigire tinebû. Bêguman ji bilî pirsgirêkên bi hevjînê xwe re dijiya. Piştî Medîne hat qetilkirin, gotin întîxare. Hevjînê wê roja bûyerê tevgerê bi guman nîşan daye. Cîranan ev dîtiye.
Helwestên Ahmet yên wê rojê nîşan dide ku hemû senaryone. Cîran lê geriyane gotine ‘Em xwe nagîhinin Medîneyê’. Roja bûyerê Ahmet du caran hatiye malê û çûye. Ji bo bûyer derkeve holê em ji rêxistinên jinan piştgiriyê dipên.”








