Jinên bajarê Serêkaniyê tundiya li ser jinê şermezar kirin
- 09:20 25 Mijdar 2017
- Rojane
Dîlber Mihemed
SERÊKANIYÊ - Derbarê 25'ê mijdarê roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî jinên Bajarê Serêkaniyê nerînên xwe xwe anîn ziman û tundî şermezar kirin.
Derbarê 25'ê Mijdarê roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî jinên Bajarê Serêkaniyê nerînên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Divê hemû jin li dijî hemû cureyên tundiyê li ber xwe bidin û qebûl nekin ku tundî li ser wan bê meşandin.
Hêza jin têrî parastina wê dike!
Jina bi navê Lînda Mihemed tundiya li ser jinê şermezar kir û wiha got: "Jin dayike ,xwişk e ,jin e û jin ne tenê ji bo hundirê malê ye. Dive ku jin nekeve rewşeke ku her hevjinê wê, wê weke hebûneke lewaz û muhtacê parastinê bibîne. Jin bi tena serê xwe kare xwe pibarêze. Jin dikare di hemû karan de cihê xwe bigre û dive ku hemû jin ji bo azadiya xwe li ber xwe bidin û li dijî zilm û zoriya ku li ser wan tê kirin bisekinin."
Lînda di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê jin xwe li ser felsefeya Rêber Apo bi rêxistin bike. Ez bang li hemû jinan dikim ku rabin li dijî zilma li ser wan tê kirin li ber xwe bidin."
Parastina jinê, parastina nirxên hevbeş e!
Jina bi navê Lorîn Elî jî derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî wiha got:"Gelek tundî ji her aliyan ve li ser jinê tê kirin. Jin bi destên desthilatdariyê tên şikandin. Her tiştên xirap bi sere jinê tînin. Dive ku jin li hemberî hemu cure desthilatdariyê li berxwe bide û vîna xwe xurt bike. Ji ber ku jin bingehê jiyanê ye. Jin dema ku xwe neparêze hemû riyên xeter li ber vekirî ne."
Lorîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jinê cihekî gelk mezin di şoreşa Rojava de ji bo xwe vekiriye û ew mînaka herî mezin e ji bo jinên cîhanê. divê ku em jin destên hev bigrin û li dijî zilm û zoriyên ku li dijî jinê tên kirin bisekinin. Ji ber ku heta jin azad nebe civak azad nabe."








