'Jinwar dê ji nû ve civaka xwezayî zindî bike'
- 09:02 25 Mijdar 2017
- Rojane
Civîn Hûsên
DIRBÊSIYÊ - Sazî û Desteyên jinê ji bo alîkariyê, serdana gundê Jinwarê kirin. Jinan derbarê Gundê Jinwarê de nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin:"Gundê Jinwarê dê tevahî jinan ji zilm, tundî û ji îşkenceyan biparêze."
Li bajarê Dirbêsiyê ya Kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê Meclîsa Edaleta Jinê, Mala Jinê ya Qamişloyê, Licneya Silhê û Desteya Jinê serdana gundê Jinwarê kirin û diyar kirin ku Jinwarê dê bibe warê hemû jinan.
'Jinwarê dê bibe hêviya jinê'
Endama Meclisa Edaletê Ebla Xelîl diyar kir ku keda ku di warê avakirina Jinwarê de tê dayin pîroz e û wiha hestên xwe anîn ziman:" Gundê Jinwarê bi ked û hêviya jinê tê avakirin û ev keda pîroz dê rêya tundî û neheqiyê bigire. Jinwar dê bibe hêviya jinê."
'Bi wicdanê jinê em ê edaleta civakî ava bikin'
Eblayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:" Sembola edaletê jineke wekhev û azad e. Bi wicdanê jinê em ê edaletek civakî ava bikin. Jinê li ser felsefeya Rêber Apo vê edaletê pêk bîne."
'Jinwarê dê xwezaya jinê biparêze'
Rêvebira Mala Jinê ya Kantona Cizîrê Ilham Omer kêfxweşiya xwe ya avakirina Gundê Jinwarê anî ziman û wiha got:" Ez Gundê Jinwarê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikim. Ev projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû jinên cîhanê ye. Jinwarê dê xwezaya jinê biparêze."
'Têkoşîna Jinwarê dê bi hilberîya jinê mezintir bibe'
Endama Licneya Silhê Nafiya Hesen jî da xuyakirin ku Gundê Jinwarê dê ji birînên jinan re bibe derman û wiha got:" Em gelekî kêfxweş in ku bi sedan jin alîkariya avakirina Gundê Jinwarê dikin. Jinwar hêlîna hemû jinan e. Hewceye ku hemû jin li vê hêlînê xwedî derkevin."
Herî dawî jinan şêranî belav kirin û bi kêfxweşiyeke mezin, bi tilîliyên dayikan govend hat gerandin.








