Li Wanê ji bo mitînga 25'ê mijdarê li navendê belavok hatin belavkirin
- 15:39 24 Mijdar 2017
- Rojane
WAN - Sibê dê bi pêşengiya TJA'yê li Parka Musa Anter 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê bê lidarxistin. Bi pêşengiya Parlementeran li navendê belavok hatin belavkirin. Her wiha Komîsyona Jinan a Boaroya Wanê jî der barê 25'ê Mijdarê de daxuyanî da çapemeniyê.
Sibê dê bi pêşengiya TJA'yê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi dirûşma "Wê azadî bi ser keve" li Parqa Musa Anter mîtîng bê lidarxistin. Îro jî bi tevlîbûna Parlementerên HDP'ê Feleknaz Uca, Bedîa Ozgokçe û Aycan Îrmez li navenda Wanê ji gel re belavok hatin belavkirin.
Jinan bi tilîlîyan dest bi belavkirina belavokan kir. Jinên li sûkê eleqeyeke mezin nîşanî parlementeran dan.
Her wiha Komîsyona Jinan a Baroya Wanê jî li Wanê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî jî aliyê parezer Dicle kanat Ayyildiz ve hat xwendin. Dîcleyê bal kişand ser polîtika û qanûnên ku nû hatine derxistin û got ku divê yekitiya civakî pêk bê û bi lêv kir ku divê dewlet bi lez dev ji polîtikayên li dijî jinê berde.








