Li Amedê serdegirtina malan: Kesek hat qetilkirin
- 12:56 24 Mijdar 2017
- Rojane
AMED - Li gundê Hucetî yê navçeya Çinarê di serdegirtina malekê de kesê bi navê Cebaraîl Karçî hat kuştin. Walîtiya Amedê, îdîa kir ku ji ber Karçi “Hişyariya raweste guhdar nekir” hat kuştin.
Li gundê Hucetî yê navçeya Çinarê ya Amedê di 23’ê Mijdarê, diserdegirtina malekê de, leşkara gule li Cebraîl Karçi yê di malê de reşand û kuşt. Walîtiya Amedê têkildarî bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku li ser îxbarekê, operasyon li dar xistin û îdîa kir ku “Cebraîl Karçî yê PKK’î ji ber hişyariya raweste guhdar nekir” kuştine. Di heman daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyonê de 3 kes jî hatin binçavkirin.








