Serpîl: Divê em ji bîr nekin ku tişta hat serê Mîrabelliyan anîn serê Pakîze, Sêvê û Fatmayê!

  • 12:31 24 Mijdar 2017
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay bang li hemû jinan kir ku di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan û wiha got: "Dibe ku serdema nû me ber bi pergaleke mayînde ya Faşt ve bibe. Ji ber vê divê ku em jin li dijî vê pêvajoyê hêza xwe, piştevaniya xwe ya bi hev re bihêztir bikin û vê li hemû qadan bidin nîşandan. Pêdiviya me bi berxedaneke jinê ya civakî heye. Tişta ku li herêmê hat serê endamên MYK'a HDP'ê  Pakîze Sêvê û Fatmayê wekî şîdeta ku li Komara Dominîkê li xuşkên Mîrabel hat kirin bû."
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de nirxandin kir û bang li jinan kir ku di 25'ê mijdarê de dakevin qadan. 
 
'Di vê pêvajoyê de herî zêde jin bi şîdtê re rûbirû man'
 
Serpîl diyar kir ku wan her sal di 25'ê Mijdarê de şîdeta li ser jinê kirine rojeva xwe û wiha berdewam kir: "Bi taybetî di van çend salên dawîn de şîdeta li ser jinê ya ji aliyê dewletê û mêr  ve  roj bi roj zêde bûye. Bi taybetî di serdema çalakiyê ji bo xwe rêvebirinê de bi dorpêça ku hat kirin, şîdeta dewletê ya li dijî jinan dat bi qet zêde bû.  Êrîşên wekî yên li Sûriye û Iraqê ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin kirin, di dema dorpêçê de li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê hatin kirin." 
 
Tişta hat serê xuşkên Mîrabel hat serê Fatma, Sêvê û Pakîze'
 
Serpîl bal kişnad ser êrîşên dewleta tirk ên di serdema çalakiyê xwerêvebirinê de û ev tişt got: "Di wê serdemê de Dayika Taybet hat qetilkirin, zarok hatin qetilkirin û cenazeyên wan di sarincan de hatin hilanîn û gelek komkujiyên din ji aliyê delwetê ve hatin kirin. Di wê serdemê de sûcê şer hat kirin. Di wê serdemê de jî bedela herî giran jinan da. Dîsa Endamên MYK'a DBP'ê Pakîze, Sêvê û Fatma  hatin qetilkirin. Qetilkirina van 3 jinan ji ya xuşkên Mîrabel ku ji aliyê Komara Domînîkê ve hatin qetlilkirin ne cuda bû."
 
'Pêdivî bi muxalefteke jinan a cîvakî heye'
 
Serpîl diyar kir ku di bin banê HDP'ê de meclisa jinan hatiye avakirin, ew di vê çarçoveyê de li ber xwe didin û wiha dirêjî da axafitna xwe:"Bi taybetî em tevli vê pêvajoyê dibin û li ser vê mijarê em bingeha îtîrazê ava dikin; ji ber ku rejîma nû di ser jinan re tê înşakirin û dixwaze ku xwe mayînde bike."
 
Serpîl diyar kir ku di serdema nû de hikûmet êdî li gorî rêgez û qanûnê tev nager û wiha berdewam kir:"Serdema nû me ber bi faşîzmek ku tê xwestin bê mayîndekirin ve dibe. Ji ber vê divê ku jin rêxistinbûna xwe û piştevaniya xwe ya bi hev re bi hêz bikin û ji bo ku ji vê pêvajoyê re bibêjin rawest li qadan bin. Pêdiviya me bi berxwedana jinan a civakî heye."
 
'Em ê bi hemû jinan re di 25'ê mijdarê de li qadan bin'
 
Serpîl di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê berxwedana xwe berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Em ê bi hemû jinan re li qadan bin û li meclisê jî van pirsgirêkan bînin ziman."