Li Şêxmeqsudê navenda yekem a jinê vebû
- 11:40 24 Mijdar 2017
- Rojane
HELEB- Yekîneyên Jinên Ciwan li kuçeya Şêxmeqsudê navenda xwe ya yekem vekirin.
Yekîneyên Jinên Ciwan ji bo şopa şer a li kuçeya Şêxmeqsudê ya Helebê jê bibin xebatên xwe berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Jinên Ciwan navenda xwe ya yekem vekirin. Endamên Yekîneyên Jinên Ciwan, Kongra Star, rayedarên Saziyên Civakî yên Sîvîl û gelek jin beşdarî vekirina navendê bûn. Di vekirina navenda jinê de Endama Rêveberiya YCR’ê a bajarê Helebê Zinarin Heleb, Endama Rêveberiya Kongra Star Semira Şêx û endama YCR’ê Merwa Ebo axivîn.
Di axaftinên hat kirin de banga beşdarbûna jinan a ji bo qadên jiyanê bal kişand.
Piştre Koma Şehîd Zehredîn a girêdayî YCR’ê govend gerand.








