Li Mexmûrê li dijî tundiyê meş hat lidarxistin
- 11:06 24 Mijdar 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mexmûrê jinan ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî meşa bi meşaleyê hat lidarxistin.
Tevgera Jinan a Ciwan a Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî meşa bi meşaleyê lidarxist. Ciwanên ku beşdarî meşê bûn wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û yê komutana YJA Starê Hulya Eroglu (Delal Amed) ku li Besta ya girêdayî Şirnaxê jiyana xwe ji dest dabû hat hilgirtin û dirûşmên "Serî hilde, Şer bike, Rêbertî Azad bike", "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.
Meşa ku li ber Navenda Ciwaniyê dest pê kiribû heta seha futbolê dewam kir. Ciwanan di meşê de meşale hilgirtin jinan jî heta ku meş qediya li erbaneyan xistin. Piştî meşê sînevizyona ku têkoşîna jinê rave dikir hat temaşekirin.








