Gulîstan Atasoy: Em ê bersiva herî xurt li kolanan bidin

  • 09:34 24 Mijdar 2017
  • Rojane
ENQERE- Jinên sendîkayî yên di hedefa OHAL û KHK’ê de ne, wê di 25’ê mijdarê de  li qada bin.  Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoyê der barê mijarê de axivî û got bersiva herî xurt a li dijî êrîşên AKP’ê yên li hemberî jinê wê li kolanan bê dayîn.
 
Jinên sendîkayî ku her sal di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Ser Jinan a Navneteweyî  derdikevin kolanan wê îsal li dijî zext, girtin û îxracan li qada bin. Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy diyar ir ku AKP ji bo rêxistina jinê belav bike êrîşdike û bang li hemû jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.
 
Gulîstanê diyar kir ku AKP bi taybet piştî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an her ku çûye otorîter bûye û berxwedana jinan a li dijî van polîtîkayên zextê wê di 25’ê mijdarê de watedartir bû.  Gulîstanê wiha berdewam kir: “AKP’ê ji bo faşîzma xwe bike sazî herî zêde êrîşê jinan, qadên têkoşînên jinan û rêxistibûna jinan kir. Ji ber dizane têkoşîna jinan astengiya herî mezin a li dijî îdeolojiya wan e.”
 
‘Dînamîka herî girîng ya îtîrazê rêxistin dike jin e’
 
Gulîstanê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku jin dînamîka herî mezin a li dijî rejîma yekparêz û zayendperest  û wiha pê de çû: “AKP dijminahiya jinê zêde dike. Ji ber vê jî OHAL û KHK her tim bi armanca paşvexistina têkoşîna jinê  tê bikaranîn. Êrîşê hemû qadên ku jin lê têdikoşin dikin. Dixwazin destkeftiyên jinan ji holê rabikin. Dixwazin têkoşîna rêxistinkirî ya jinê qels bikin. Di rojên 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê de qedexeyên dijhiqûqî datînin.”
 
‘Emê ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê li kolanan bin’
 
Gulîstanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo daxwaz, îtîraz û gotinên xwe rêxistin bikin wê di 25’ê Mijdarê de li kolanan bin û her wiha ji 25’ê mijdarê heta 8’ê Adarê emê li kolanan bin.