Xwendekarên Amedê: Jin hebûna civakê ne û şoreşê ava dikin
- 09:22 24 Mijdar 2017
- Rojane
Rojda Aydin
AMED - Xwendekarên Amedê bertek nîşanî tundiya li ser jinê dan û tundî şermezar kirin. Xwendekaran got ku tûndî pirsgirêka jinê nîne, pirsgirêka pergalê ye. Ji ber ku di nav vê pergalê de mêr hene ev pirsgirêk pirsgirêka mêran e.
Xwendekarên Amedê bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî bi salane tundiya ku li ser jinê tê kirin şermezar kirin û gotin ku tûndî pirsgirêka jinê nîne, pirsgirêka pergalê ye. Ji ber ku di nav vê pergalê de desthilatdariya mêr heye ev pirsgirêk pirsgirêka mêran e.
Xwendekara bi navê Hêvîdar Tutcî di serî de tundiya ku li ser jinê tê kirin şermezar kir û got ku divê hemû jin hişyar bin. Hêvîdar diyar kir ku divê mêrên bi hişmendiya baviksalar tevdigerin bên cezakirin û wha berdewam kir: “Ev pirsgirêk di serî de ya dewletê ye. Ger ku dewletê kesê tundiyê li li ser dimeşînin ceza bikira wê îro rewş cuda bûna. Lê ji ber ku dewlet jî bi hişmendiya baviksalar tevdigere Mêrên di civakê de jî hêzê ji vê hişmendiyê digirin û bêhtir bi ser jinê de diçin. Lê belê jin wekî ku ji derve de xuya dike nîne. Bi rastî jî jin gelekî bi hêzin. Jin şoreşê ava dikin. Lê haya mêran ji vê hêzê tune ye û li gor xwe gavê davêjin. Mînak jinan li Rojava şoreşa jinê pêk anîn. Di vê em jî li vir vê şoreşa jinê ji civakê re vebêjin. Jin sedema şoreşê ne.”
‘Li Tirkiyeyê edalet tune ye’
Xwendekara bi navê Sema Pence jî anî ziman ku divê her jin bi îradeya xwe derkeve kolanan û mafê xwe biparêze û nebêjin ku mêr çi difikirin. Jinên ku rastî tundiyê hatine divê mafên wan erdê nebîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mêrên ku tundiyê li ser jina dike divê hemû bên ceza kirin. Ji ber edalet tune ye li ser jinê tundî tê kirin û li ser jinê zilm tê kirin. Xwezî jin jî bikaribûya azad bûya û di civakê de hemû kes bi awayekî wekhev bikaribûna bijiya. Tundî pirsgirêka jinê nîne. Ji ber ku pirsgirêka jina tune ye. Di vir de pirsgirêkek civakî heye . Ji bo ku tundiya li ser jinê bi dawî bibe û ji bo mafên xwe biparêzin divê jin derkevin kolanan.”
'Ji bo tu tiştî ne dereng e'
Jina bi navê Îlknur Degîrmencî jî bi lêv kir ku divê jin bi xwe bawerbin û piştre jî hêza xwe ya rêxistinê bawer binû wiha pêl da axaftin xwe: “Dema ku bav, bira û hevjîn tundiyê li jinê dike divê ku nebêje malabta minin û xwe biparêze. Divê jin têbikoşe û li dijî tundiyê tu carî serê xwe netewîne. Tundiya li ser jinê pirsgirêka jinê nîne. Ev pirsgirêka pergala ku bi hişmendiya mêr tê rêvebirin e. Ev bi salane ji civaka koletî heya vê rojê hatiye.”
‘Bi hev re bêjin Na!’
Herê dawî jî xwendekara bi navê Dîcle Engîn axavî û got ku li dijî tuındiya ser jinê wê di 25’ê Mijdarê de derkevin kolanan. Divê hemû jinên cihanê wê rojê ji tundî, tacîz û tecawizê re bibêjin raweste û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min ji hemû jinên cihanê re ye. Roja 25’ê Mijdarê bi hev re derkevin kolanan û têkoşîna xwe mezin bikin. Di 25’ê Mijdarê de ji tundiya li ser jinê re bi hev re bejin Na! Ji bo jiyaneke azad derkevin kolanan. Divê jin tu carî bê deng nemînin. ”








