'Bi rihê têkoşîna jinê dê azadî bi ser keve'
- 09:10 24 Mijdar 2017
- Rojane
ROJANE... MANŞET
Lîlav Elî-Fîdan Rêzan
EFRÎN - Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li se Jinê ya navneteweyî nêrînên xwe anî ziman û wiha got:" Bi rihê têkoşîna jinê dê azadiyê bi ser keve."
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso, derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya navneteweyî nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku roja ku jin dengê xwe bilind bike dê pêşiya azadî û aştiya jinê berfireh bibe û wiha berdewam kir:" Jinên Kurd di dîrokê de xwedî roleke girîng e û li hemberî tundiyê serî netewandine. Jinên Kurd her dem afirîner û xwedî kedeke pîroz in."
'Jin ji asta xwedawendiyê daxistin asta koletiyê'
Ayşeyê destnîşan kir ku hişmendiya desthilatdar a mêran jin ji asta xwedawendiyê daxistin koletiyê û wiha domand:" Mêrên desthilatdar hemû destkeftiyên dayika xwedawend jê dizî û li gor berjewendiyên xwe bi kar anîn. Mêran xwest ku jin tenê wekî amûreke zayinê bên bikaranîn. Jinên ku ji koletîyê re serî netewandin bi hemû rengên işkenceyê rû bi rû man."
'25'ê Mijdarê dê bibe hêviya berzkirina têkoşîna jinê'
Ayşeyê di berdewamiya axafitina xwe de bal kişand ser girêdana jinê ya bi siyasetê û wiha got:" Jin bêtir dikare pîvanên azadiyê, siyaseta rast û civaka polîtîk ava bik e. Loma hişmendiya desthilatdar a mêran ev yek qebûl nekir û xwestin ku jinê ji siyasetê dûr bixin."
'YPJ'ê tola 5 hezar salan hilda"
Ayşeyê diyar kir ku berxwedana YPJ'ê bû sedema xelaskirina rûmeta jinê û wiha got:" Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de tola 5 hezar salan hat hildan. YPJ'ê bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî çeteyên DAÎŞ'ê têkoşînek mezin bi dest xist. YPJ'ê li dijî koletiyê û qirkirinê serî hilda. Gerek hemû jin bi dilekî hevpar li dijî tundiyê şer bikin û xwe biparêzin."
'Hêviya jinê bingeha civakek azad e'
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Ji bo zext, zordarî û zilma li dijî jinê dubare nebe û bi ser nekeve gerek jin hêviya xwe winda neke. Hêviya jinê bingeha civakek azad e."








